Hukimeta Kurdistanê li dijî Korona, têkoşînek serfiraz pêktîn e

Kurd24

Vayrosa Korona û belavbûna wê ya bilez, cîhan hemû xistiye nav metirsiyek berçav de. Ev nexweşî yak u li Çînê derket hole, di demek kurt de bû belayê tevayiya cîhanê.

Rêxistina Tendirustî Navneteweyî (WHO) Korona, wekî epîdemî (padem) binav kir. Epîdemiyek cîhanî, ku niha her welat, her qita, her coxrafya girtiye nav xwe.

Her zû, Komara Islamî ya Îranê bû yek ji wan welatên, ku Vayrosa Korona ew girt e ber xwe û bandorek mezin kir. Niha hejmara tûşbûyan 18 500 derbas kiriye, 1 300 kesan jiyana xwe jidest da ye. Lê, ligor Rêxistina Tendirustî Navneteweyî (WHO)Îran hejmara rasteqîn eşkere nake. Ya rast 5 caran ji ya tê ragihandin zêdetir e. Herweha niha li Tirkiye, bi zimanê fermî tûşbûyî 200 welatî ne, yê cane xwe jidest dayî 2 kes in. Ligor raya giştî ya Tirkiye bi xwe, ev hejmar jî ne-rast in. Hejmara rast car caran ji ya hatî eşkerekirin zêdetir e. Li Sûriye, ligor zarê fermî tûşbûyî nîn in. Lê, di hevpeyvîna ligel min de, Serokê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman diyarkir, ku tûşbûyî 62 kes in. Navên wan nexweşxaneyan jî got, ku tuşbûyî hene. Ji kîjan welatan in û h w d. Ev hevpeyvîn jî, berî hefteyek bû û gelek deng veda. Hejmara tûşbûyan ligor raya giştî niha di zêdebûnek mezin de ye.

Li Kurdistanê – Hukimeta Herêma Kurdistanê, her zû hest bi metirsiya Korona kir. Her zû jî, dest bi rênimayên rêgiriyê kir û ew derbasî jiyanê kirin. Wezîrê Navxweyî, Wezîrê Tendirustî, Wezaretên din ên pêwendîdar, hukimet bi giştî û bi taybetî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi berferehî û bi biryarî biser têkoşîna hemberî Vayrosa Korona ve çûn. Her roj – Hukimet û Parêzgarên Hewlêr, Silêmanî û Dihok rewşa Korona ya li Kurdistanê bi raya giştî re parve dikin. Hêzên Asayişa Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge, Polis û Dije Teror, Hêza Tendirustî ya Kurdistanê  tevayiya derfetên xwe xistin xizmeta hevwelatiyên Kurdistanê. Herweha Hêzên Asayişê yê welatê me – xwarin ji ajalan re jî dabîn kirin. Ew wêneyên, ku li nêzîkî Keleh a Hewlêrê Hêzên Asayişê xwarinê didin kevokan – bi rêya sosyal-medya jî li tevayiya cîhanê belav bûn. Nîşana dilovaniya Kurd/Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanî ve da naskirin. Pêşmergeyên Kurdistanê, keçên xwebexş ên dilovan ên Kurdistanê maske, lepik û pêdawistiyên din li hevwelatiyan bêberamber belav dikin. Ev wêne jî, bi rêya sosyal medya û medya bi xwe li tevayiya cîhanê belav bûn.

Liser bangewaza Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sermayedarên Kurdistanê pêngavên gelek hêja avêtin. Kirêyên dikandar û malan cemidandin. Pere ji bo têkoşîna dijî Vayrosa Korona bexşîn, nexweşxaneyan didin avakirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe, mûçe û destkeftên xwe yên darayî bo hilmeta rûbirûbûn a Korona û hevkarîkirina bi hejaran re bexşî.

Medya Kurd bi hevhengî ligel hukimeta Kurdistanê û rênimayên rêgiriya Vayrosa Korona raya giştî ya Kurdistanê bilez û rast û objektiv agahdar dike…

JI destpêka hatina Vayrosa Korona ve, li Kurdistanê 40 tûşbûyî hebûne, 13 baş bûn e 1 kes jiyana xwe jidest da ye. Ango niha 26 hevwelatiyên tûşbûyî man e.

Bi Hukimeta xwe, bi Hevwelatiyên Kurdistanê, bi Hêzên Kurdistanê, bi bizişk û personalên tibî yên Kurdistanê, bi medya Kurdistanê serbilind im. Hûn her hebin! Hûn serfiraziya me ne!...

Hewlêr, 19 Adar 2020