"Xerîbê Welatan"

Kurd24

Xerîbê Welatan... Belgefîlma li ser Kurdên penaber... Ji destê derhênerê hêja Murat Kılıç... Ji bajarê Xerpêtê. Mirovekî serbixwe. Tenê bi wujdan u bawerîya xwe girêdayî. Mirovekî Kurd, xemxurê Kurd u Kurdewarîyê. Xarpêt... Bi qasî ku em pê dizanin, Şex Saîdê hezretî, çaxa dest bi serhildana xwe dike, berê berê bajarê Xerpetê deng didîyê, hemêza xwe jê ra vedike. Ji wê demê virda pirr tişt guherîn. Lê bi tevî dehan xurt xebatên bişaftinê, dîsa jî li vê bajarî mirovên Kurdewar, Kurdehez dijîn u ji vê bajarê hîna bihna Kurdewarîyê tê.

Bi vê belgefîlmê derhênerek berpirsîyar tê pêşîya me, bixêrhatina me dike. Ji serî heta dawî ev belgefîlm, şahidîya birîna derhenerê me yê berpirsiyar dike. Xwîna kul a dilê wî, wêne u diyalog bi hev re diherikin, her derin u derin...

Heta niha ev fîlma, wekî belgefilmê (documentary) tev li festîvalan bûye. Tevî çardeh deqe, çil u neh saniye ye. Derhêner, di vê fîlma xwe da çîrok u serpêhatîya koçberên Kurd yên ji Sûrî, dîne ser perdê. Ji alîyê hinekan dibe ku tebîra "Kurdên Sûrî" were rexne kirin, mumkin e. Velê divê ev tebîra were fehm kirin u heta cihekî jî were tolere kirin. Lewra nêzî sed sale welatên Kurdan, her çar parçe, di bin bandor u hikumeta Faris, Ereb u Tirkan de ne; perçeyek li Eraqê, yek li Sûrîyê, yek li İranê u yek jî li Tirkîyê. Gava Kurdên van çar parçeyan hevu din dibînin her çiqas xweşa me nere jî, li hinda tebîrên "Rojava (binxet), Bakur (serxet), Rojhilat, Başur" tebîren "Kurdistana Tirkîye yan Eraq yan İran yan Surî" jî bikartînin. Ev civaknasîya me ya Kurdan e. Em di vê halihazir da nikanin vê yekê hilînin. Heta demekê, wer xuya ye ku, emê ji dest van tebîran bikêşînin. Bi ya min diyalog u axaftinên kesayetên belgefîlmê, hem fikrên wan hem hest u nêrîn u şîroveyên wan, di vê çarçovê da werin nirxandin. Ev nîşe li alîkî. Em dîsa vegerin ser belgefîlmê.

Belgefîlm, bi axaftina jineke wênekar, neqqaş, destpêdike. Berdewamê da axaftina pîrikekî, çend mirovan u sebîyekî xuya dike, li me silav dide. Di van axaftinan da em dielimin ku peyvdar ji eşireke mezin yên Kurdên Surî ne, niha koçber bûne. İlticayê Tirkîye bûne. Tirkîye, derîyê xwe li ruyê wan vekirîye u ew jî heta navçeya Baskîl a Xarpetê hatine, li wêrê bi cîh bûne. Xelkê Baskîlê hemêza xwe ji wana ra vekirîye u ew dane ber dilê xwe... Disa bextê wan hebûye ku, ew niha di şert u rewşa gundîyekî Baskîlê dijîn. Velê dîsa ev jiyan ji jiyana berê ya wan pirr dûr e. Jiyan, ji bona wan serubinkî bûye. Pirr çille u zehmet kişandinin. Ji welat u eşîra xwe; eqrûba, heval, dust u yaranên xwe qetyane. Derdê fîraqê li dilê wan alav girtîye, her dişewitîne. Ew jî wekî bilbila di qefes da girtî, her dibêjin 'welatê min, welatê min!' Gazin u fixanên wan her wiha digihêjin ezmanan. Ew xerîbê walatan in. Bûne penaber, ji welatê xwe koç bûne, sêwî mane. Welat di cihê dê u bavda bû, bihna li ber wan bû; welat penageh bu, tê da dihewîyan. Welat, pêsîr bû jê dimijîyan. Welat kuçe bu, kolan bu tê da dimeşîyan. Welat bêşîg u landik bû ew tê da dihatin lorandin u welat ew bû, tê da bi hezar rengîn bîr u bîranîna mezin dibûn. Niha ew ji mecbûrî ji bîr u bîranînên xwe yen hezar rengin, ji xeyal u armancên xweyê hezar babet; ew ji paşeroj u pêşeroja xwe, ji evîn u hezkirina xwe gelkî dûr ketinin. Şev u roj tenê li hêvîya vegerê ne u xwe bi vî xewnî digrin, tesellî dikin. Xerîbî zehmet bû, xerîbî çille bû. Kul bû, birîn bû, êş bû, Jan bû, jarî bû... Jîyan li wan tarî bûbû, ew jî li welatêkî xerîb, bi bendê jîyanê 'eşk zeliqîbûn u dikirin pelek nû ji jîyanê ra vekin. Belê bi ser diketin?

Divê em ji du cîhetan li ser vê belgefîlmê bisekinin u wê binirxînin; yek ji cîheta derhêner bixwe, yên din ji cîheta peyvdar u karakterên vê belgefîlmê. Lewra derhêner u peyvdar, du kesayetên ji hev cuda ne. Hele ku ev derhêner, derhênerê belgefîlmê be. Carna dibe ku derhêner u peyvdar wek hev nefikirin, nehesin. Ne qeîdeye ku derhêner u peyvdar di xetekî de bi dû hev rêz bin. Belê, derhêner di serî da nasnameya xwe ya bawerîyê nîşanê me dide. Em hîna di destê ewil de, pê dizanin ku derhêner, mirovekî bawermend e. Bi nave Xwedayê dilovan u gewre dest bi berhema xwe dayê. Bi ayetêka (22, Rum) Kitêba pîroz ev destdayîn didome: Cudahîya ziman u rengên we ayetên Xweda ne. Ev xal li mêjîyê temaşevan cihê xwe digre. Temaşevan vê hûrgilîya destpêkê li cem xwe nîşe dike. Em dibînin ku, derhêner bi çavekî alînegir (objective) li ser meselê disekine. Lewra fehm dibe ku fîlm li gor pevxistinekî (fiction) bi rê da neçûye. Di rewşekî xwezayî (naturel) da pêk çûye u kesayet gorî dilê xwe axifîne u derhêner li wan mudaxele nekirîye. Derbazbûna sehneyan hevudin temam dikin, bi yek ahengî têne ber çavan. Muzîka ku li para bi çîrokê ra hevaltî dike, hîssîyeta çîrokê gelkî lê zêde dike. Di hinek cîhan de hêsir tên li milê çavan rûdinin u meriv neçar singa xwe têda vala dike. Wênekeş (camera) xeylî bi baldar, bi hostegî u huner hatîye bikaranîn, ew bi hîssiyat u raman a çîrokê ra dibe heval. Dîmênên ku hatine pêgirtin xeyli baldarin, meriv zewqa hunerê jê dinoşe. Dîmen, zirav zirav li qelbên tenik dikevin, hele ku dîmenên dawîyê. Dar u daketina rojê; zarok u kulilk di kurahîya çevan de şewq didin, dengvedana wan ta di hundirê mêlakê meriv de têr dihesin. Her dîmenek, ji şi'ireke coşdar (lyric) derhatî... İlhamekî bêhemta u bêdawî didin dilan. Derhêner di vê qadê de gelkî bi ser ketiye. Divê heqê wî were teslîm kirin. Xulasa wer xuyaye ku, derhêner ji bo fîlmê çi ji dest hatîye veneşartîye u pirr pûte pê daye. Her çiqa çend kêmasî, li hinek ciha li çava dikevin jî, divê bi xêra mijarê ra nê dîtin.

Fesl u cîheta me ya duyemîn li ser kesayet u karakterên fîlmê ye. Teqez li ser rewşa fikr u nêrîn; hiş u hişmendî; hîss u hestên kesayetên fîlmê, çend peyv werin gotin. Bi gelemperî em li rastê mêjîyeki nasafî, mêjîyeki têje nakokî, tevlihevî, lihevketî, şaşwaz u gêj tên. Mînaka (prototype) Kurdekî dagirkirî, jê hêla mêjî da bişaftebî der dikeve pêşîya me. Ew Kurdekî wisa ye ku, dust u dijminê xwe; inkar u bawerîya xwe; bîr u dîroka xwe nikane ji hev derxîne. Ew Kurde ku tenê wekî ferdekî ketûber (ordinary) li mesele u bûyeran dinêre u tenê jîyan u muameleya ku lê tê kirin dûne, ji dîrokê pirr hindik fehm dike, tişta ku pê dizane tenê ew tiştên ku gihiştinê guhên wî ew tenê ne. Ew Kurde ku pirr zû manipile dibe, dixape. Mêjîyê wî tijje ezber u qalib in. Xwedî mêjîyekî serbixwe nîne. Nizane tenê bi fikr u ramana xwe bifikire, bûyeran binirxîne. Xwe tu carî nikane navend bihesibîne, nikane xwe bigre navendê. Her tim li dora dinêya kesên dina digere. Çaxa dike dest bi nirxandinê bike, li der u dora xwe, li jîyana xwe, li hal u weziyeta xwe dinêre, hîna şora dike. Berteka (reflex) mirovê emele nîşan dide. Em di nav gotinên kesayetên fîlmê da dibînên ku, behsa Tirkîye, Esed u şerê Sûrî, Osmanîyan; Serokkomare Tirkîye, nasnameya Tirkîyê; biratîya Ereb u Ecem u Tacik dikin. Der heqe vana da şirova xwe dînin ziman. Helbet li cihekî, du ciha qise cihê xwe digirin. Lê mixabin, bi gelemperî nagirin. Niyeta min ne ewe ku ez li vir, nirxandina vana bikim. Ez bi van gotinên xwena ne ku qaîlim şermezarnamekî binivîsim jî. Bila tu carî ev gotinên min nehên vê fehmê. Lewra baş pê dizanim jîyan, wiha rengdar e, tebîeta wê wiha ye. Gundîyê reben ji qise u gotinên xwe ne berpirsîyar e. Ew çi bike, çi bêje, hetta nifira bike u xerewa bide jî ew ji vana tu carî ne mesul e. Ew tenê berpirsîyarê mal u malbata xwe ye, berpirsîyarê zar u zêçkê xwe, kom u kufletê xwe ye. Hisabê wî rojane ye. Wer nebe nikane bijî, nikane jîyana xwe berdewam bike. Her wiha zirara gotin u fikra wî tenê digihije derûnîya wî, wekîdin nagihije kesekî dervehî. Tenê qaîlim bêjim dîmena Kurdan kêm u zêde li pirr ciha wiha ye. Hetta em kanin bêjin li hinek herêman ev rewş hêj xirabtir e. Ji xirabîyê qesta min çîye? Qesta min eve ku, her tişt li bin guhê hev ketîye. U kesekî xwedî xîret u firaset tune ku vê belawelatîyê  li ser hev cem ke, ji hev derxine u me jê fêdedar bike. Ev birîna me ya sedsalan e. Divê serê pêşî, birîna xwe rind nas bikin u pê ra li hev werin. Di vê dîmena hanê de, berpirsîyarik eke heye, ew jî rêvebirkes, dewlemendkes u rewşenbîrên me bixwe ne. Niha ne dema rexne u gazincê ye, viya jî baş dizanim. Dem dema temaşekirin u dahûranê (analysis) ye. Rêvebirkes, dewlemendkes u rewşenbîrên me divê bi rastîya me ra hevnase bikin. Mêjî u fikra gell biçuk nebînin. Li ser gell xemsar nebin. Tenê ji bo watedarkirin u dermankirina rewşê bişuxilin. Bi dilnezmî, bi rehm u şefqet nêzî birînê bibin. Bi veder kirin, bi dur xistin, bi biçûk dîtin, bi kêm dîtin karwan bi rê da nare. Birîna me ya heri mezin a heyî; nesafîbûna mêjîyen gell, qurretîya rewşenbiran; bê tegihîn u bê firasetîya rêvebirkesan u xemsarîya dewlemendkesan (ne teva) e. Ji bo aqil u mêjîyeki Kurd divê bixebitin. Hemî çerçove u pencere bên danîn; dinya bi pencereyeke nip u nû, bi awayekî cuda, ji paceyekî Kurdewar bê dîtin. Kurd u Kurdayetî wekî navendê bê girtin. Helbet va pencera gere li dijî bîr u bawerî, dîrok u civaknasîya gell jî nebe. Ev xal gelkî muhîm e. Lê pirr caran ji ber çavan direve. Piştî va gotina, li alîyê din, di gotinên peyvdarên belgefîlmê de gazîya dilekî zîz li qelban olan dide. Daxwaz u bang dike, dibêje, bes e kuştin!

İla axirê cumleat wek di serî da jî me got, derhênerê me, wênekeşa xwe li ser civaknasîya Kurdan, Kurdên koçber u penaber, bi berpirsiyarî gerandîye. Hal u wezîyeta wan, xerîbî u zehmetîyên wan; fikr u hestên wan kişandîye, gihandîye me. Disa jî em nîşe kî li vir daynîn dê baş be. Xwezî ev belgefîlma li qampekî penaberan jî bihata kişandin. Helbet ez halê malbata mijarfîlmê biçûk nabînim. Xerîbi di her rewşê de xerîbîye u halekî xirab e, amenna. Hema eyane ku, halê malbata mijarfîlmê ji halên penaberên qampî çêtir e. Ev nêrîn u daxwaza dilê min e. Kî çi zane belkî jî derhênerê me vê mijarê wekî rêzebelgefîlmê berdewam bike u wênekeşa xwe vegerîne wêrê jî. Tev xêrat u gunahatê xwê ev xebat malê Kurdan e, malê Kurdewarîyê ye. Wênekeşa wî her zelal, oxira wî vekirî be.