Ji bo çareserîya pirsgirêkan divê em xwe ji rêbazên aştîyane, sîyasî, demokratîk û sivîl dûr nexin

Kurd24

Nivîskarê bi rûmet Ahmet Altan bi awayekî bêhiqûqî hate darizandin, ceza lê hate birîn, serbest hate berdan, lê paşê dîsa hate girtin. Ahmet Altan nuha di hefsê de ye.

Yek bi yek şaredarên HDPyê, muxtarên gund û gerekan ji wazîfeyê têne dûrxistin û li cîhê wan qeyûm têne tayîn kirin.

Kî behsa mafên Kurdan bike, kî li dijî şer û êrîşan derkeve, kî behsa azadîyê , demokrasîyê, edaletê bike, weke ‘terorîst’ têne îtham kirin. Bi hezaran sîyasetmedar, rewşenbîr bi vê îthama ‘terorîstîyê’, bi ithama ‘alîkarî kirin û propagandaya terore’ têne desteser kirin, tûşî lêpirsînên yasayî dibin, cezaya hevsê li wan tê birîn.

PAK û partîyên din yên ku bi navê ‘Kurdistan’ê weke partîyên yasayî hatine damezrandin tûşî dozên girtinê(daxistinê) dibin.

Aşkereye ku yên emrê van girtin û êrîş û şeran didin û yên ku vana pêk tînin, weke hespên hêç, rê li ber wan şaş bûye.

Ew rêvebirên ku van kiryaran didin kirin, vê sîyasetê dimeşînin, tu dersan ji rabirdûya xwe ya 96 salî jî wernagirin.

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg, Seyîd Riza û rêberên din yên Kurdan û bi hezaran Kurd îdam kirin, kuştin, jehrî kirin, xwestin Kurdan tune bikin?

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku, bi xerakirina bi hezaran gund û bajaran, bi koçber kirina bi milyonan mirovan xwestin rastîya miletê Kurd û rastîya welatê wan ê Kurdistanê tûne bikin?

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku di darbeyên eskerî yên 1960ê, 1971ê, 1980yê de bi sedan kes kuştin, bi dehhezaran kes îşkence kirin,bi hezran kes girtin, hevs krin, bi dehhezaran kes penaber kirin?

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku di salên 1990an de bi navê ‘failî meçhûl’an 17.000 kes kuştin?

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku eve 35 sale bûne sebebê kuştin û birîndar kirina  bi deh hezaran  mirovan.

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku bi sîyaseta asîmîlasyon û înkarê xwestin Kurdan tune bihesibînin û zimanê Kurdî  ji holê rakin?

Ma her ne rêvebirên vê dewletê yên berîya  we bûn yên ku vê sîyaseta pûç û bê encam ya ku dibêje  ‘yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’ê meşandine?

Ma êdî ne bes e?

Ma hûnê kengî dersan ji dîroka xwe werbigirin?

Ma hûnê kengî fêhm bikin , têbigîhin ku bi kuştinê, bi şer, bi hefs û wêranî û koçber kirinê, bi tayîn kirina qeyûman,   miletê Kurd ,  zimanê Kurdî û  doza azadîya gelê Kurdistanê ji holê ranabe?

Ma hûnê kengî fêhm bikin , têbigîhin ku bi kuştinê, bi îşkence û hefs kirinê hûnê nikaribin rê li ber doza azadî, wekhevî, edalet û demokrasîyê ya gelên Tirkîyeyê bigirin. Belê ev sîyaseta  Dewleta Tirkîyeyê ya şerî,  ya bi îdareya  ‘takekesî’  û  ya li ser dijayetîya Kurdan tê meşandin, aborîya gelê Kurd û Tirk zêdetir xerab dike, azadî û demokrasîya ku li Tirkîyeyê jî kêmtir û seqetir dike.

Belê  ji bo Dewleta Tirkîyeyê bes rêyeke rast û maqûl ku rêya çareserîya pirsgirêkan veke heye; ew jî dîyalog e, rê û rêbaz û amûrên aştîyane, sîyasî, sivîl û demokratîk in. Ji bo vê yekê jî, divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya Kurdan hatîye hûnandin; dest ji êrîş û dagir kirinên  li ser perçeyên din yên Kurdistanê berde.

Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya ku azadîya ramanî  û  xwe îfade kirinê û azadîya xebata birêxistinî binpê dike berde.

Em weke alîyên  Bakurê Kurdistanê jî divê gelekî hişyar bin. Dewleta Tirkîyeyê dixwaze hemû rêyên sîyasî, sivîl û demokratîk li ber me bigire û berê me bide şerî. Şer jî aşkereye ku  li Bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide doza me.

Ji ber vê rastîyê jî bêyî ku em hebûna miletê xwe û hebûna welatê xwe înkar bikin; bêyî ku em dest ji daxwazên meşrû, netewî  û demokratîk yên miletê  xwe berdin; divê  li Bakurê Kurdistanê bi sebir em di dîyalogê de, di rê û rêbaz û çareserîyên aştîyane, sîyasî, demokratîk, sivîl  de bi israr bin.

15.11.2019