Îdareyeke hevbeş ya li Rojavayê Kurdistanê dê rûpelekî nû ji hemû Kurdên cîhanê re veke

Kurd24

ENKS (Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûrîyê) û PYNKyê (Partîyên Yekitîya Niştamî ya Kurdî) jibo lihevkirin û Mitabaqateke mayîndê, gaveke girîng avêtin û di roja 17.06.2020an de bi civîneke çapemenîyê  raya giştî di vê derbarê de agahdar kirin.

Ev gava yekem a jibo lihevkirinê gaveke girîng, dîrokî, dilxweşker û hêvîdar e.

Aşkereye ku endazyarên vê gava ewil ya lihevkirina  ENKS û PYNKyê, birêzan Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, General Mazlum Kobanî û dewletên  Emerîka û Fransa yê ne.

Li gorî daxuyanîya hevbeş ya ku ji raya giştî re hatîye belav kirin ev lihevkirina nû, dê Mitabaqata Dihokê ya 2014an esas bigire. Ev jî cîhê şanazîya her Kurdekî ye.

Endazyarê Mitabaqata Dihokê ya 2014an birêz Serok Mesud Barzanî bû. Emerîka jî çavdêrê wê mitabaqatê bû. Aktorên wê mitabaqatê jî ENKS  û TEVDEM bûn.

Nuha hemû Kurdên cîhanê û dewlet û hêzên peywendîdar ên vê meseleyê, li bendê ne ka gelo mitabaqateke mayînde dê li ser çi prensîban bê ava kirin û dê garantîyên berdewamî û bicihanîna vê mitabaqatê çi bin.

Bi awayakî fermî hebûna Dewleta Emerîkayê ya di vê lihevkirinê de dilê mirovî rehet dike. Lê ka gelo Emerîka dê heta çi demê, di çi astê de û li ser kîjan çerçoweyê piştgir û garantorê vê lihevkirinê be, di vî warî de gelek tiştên şêlû hene. Jiber pratîka bêîstîkrar ya Dewleta Emerîkayê ya ku gelek caran Kurd di nêvîyê rê de hiştine,  hîna ne dîyare dê qedera vê helwesta Emerîkayê çi be, heta ku biçe.

Lê aşkereye ku heger Dewletên wek Emerîka û Fransayê û Birêz Serok Mesûd Barzanî garantorên vê lihev kirinê bin, dê tesîreke mezin li ser Rûsyayê jî û li ser dewletên mezin ên cîhanê  jî bikin. Dewletên wek Tirkîyeyê, Îran û Sûrîyeyê jî dê nikaribin bes li gorî dilê xwe tevbigerin.

 Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî gelek xeterîyan e

Di demeke ku hêvîyên nû jibo lihevhatina Kurdan û jibo rêxweşkirina parastin û bidestxistina mafên netewî, demokratîk de geş dibin, helbete ku em divê rewş û rastî û xeterîyên ku li Rojavayê Kurdistanê li pêş gelê me ne jî bibînin û di  derbarê van xeterîyan de hişyar bin.

Herdu Mitabaqatên Hewlêrê yên ku di navbeya ENKS û TEVDEMê de hatibûn îmze kirin nehatibûn bicîh anîn.Vê yekê jî moral û bawerîya Kurdan lawaztir kiribû.

Bi Mitabaqata Dihokê ya 2014an careke din hêvî û hest û bawerîya netewî zindîtir û xurtir bûn.

Paşê bicîhneanîna Mitabaqata Dihokê jî zerareke mezin da tevgera netewî ya Rojavayê Kurdistanê. 

Ji 2014an û heta îro ve rewşa Rojavayê Kurdistanê ji alîyê nifûsê, aborîyê, desthilatdarî û destkeftinên Kurdan ve paşdetir çûye.

Piştî ku bi alîkarîya Pêşmergeyan û ya hêzên navnetewî YPGyê DAIŞ li Kobanîyê têk bir, Kurd di gelek alîyan de bihêztir bûn, hest û hişmendî û yekgirtina hemû Kurdên cîhanê xurtir û bilindtir bû.

 Lê mixabin ev piştgirî û yekgirtina li Kobanîyê pêk hat, li Rojavayê Kurdistanê tifaqa Kurdan bi xwe re neanî, Mitabaqata  Dihokê her dîsa ji alîyê PYD, TEVDEMê ve  tune hate hesibandin û nexwestin  desthilatdarîyê bi ENKSyê re parve bike. ENKSyê jî gelek caran  sîyasetên şaş ku gelekî angajeyî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê  meşand.

Bicîhneanîna Mitabaqata Dihokê destê Kurdan lawaztir kir, rêya jidestçûna gelek destkeftîyan xweştir kir.

Dewleta Tirkîyeyê  Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dagir kirîye û yekparçeyîya axa Rojavayê Kurdistanê têk birîye.

Peymanên di navbeyna Rûsya û Tirkîyeyê, Emerîka û Tirkîyeyê rê vekirîye ku Hêzên Esadî jî zêdetir xwe li Rojavayê Kurdistanê bicîh bikin.

Nifûseke gelek zêde ya Ereban hatine li Rojavayê Kurdistanê bicîh bûne. Û vê yekê jî xeterîyeke mezin xistîye ser etnografîya Rojavayê Kurdistanê. 

Hatina Ereban bo Kurdistanê û dagirkerîya Dewleta  Tirkîyeyê,  plana Kemera Erebî ji hemû deman zêdetir bicîh anîye.

Ji 1 milyonî zêdetir  ji nifûsa Kurdan Rojavayê Kurdistanê terikandine. Bi sed hezaran gêncên Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê derketine koçî Tirkîyeyê û Ewrûpayê kirine.Û mixabin  gelek zehmete ku piranîya wan careke din vegerin welatê xwe.

Aborîya gelê me ya lawaz û xerab, piştî şer û erîşan û qeyrana giştî ya aborî hîn xerabtir bûye, hejarî, bêkarî gelekî zêdetir û berfirehtir bûye.

 Garantorîya Emerîkayê bi îstîkrar berdewam be dê paşeroja Kurdan rohnîtir be

Di rewşeke weha de lihevkirina ENKS û PYNKyê helbete ku dilê Kurdan xweş dike, careke din hêvîyan geş dike.

Kurd wek Xoce Nesredîn lê hatine.

Kerê Xoce Nesredîn  wenda dibe û gava kerê  xwe dibîne, weke ji nû ve hatibe dinyayê lê tê.

ENKS û PYNKyê ne bi îrade û xwestin û însîyatîfa xwe, ne li ser pêwîstî û hişmendîyeke xwezayî ya netewî ev gava yekem a lihefhatinê avêtine. Ev cîhê xemê û mixabinîyê ye.

Lê di bîra me de ye, di sala 1998an de piştî şerê navxweyî yê PDK û YNKyê yê li Başûrê Kurdistanê, Emerîkayê Birêzan Mesud Barzanî û Celal Talabanî li Washingtonê li hev anîn û ew lihevhatina PDK û YNKyê piştî ku di 2003yê de Rejîma Sedam Huseyînî ruxa, di Qanûna Bingehîn a İraqê de ji Kurdan re rêya statuya federe vekir.

Li Rojavayê Kurdistanê jî nuha bi însîyatîfa Emerîkayê, ENKS û PYNK gavên lihevkirinê diavêjin.

Jiber ku ne bi însîyatîfa Kurdan bixwe rêya tifaqê vedibe dilê her Kurdekî pêdiêşe. Lê ji alîyê din heger bi rastî jî Emerîka bibe navbencî û garantorê lihevkirinekê, ev dê ji Kurdan re bibe garantîyek û ev jî dê pişta Kurdan xurtir bike, dê hêvîyên baştir kirina  rewşê geştir bikin.

 Lihevkirina ENKS û PYNKyê dikare gelek destkeftinên sîyasî ji Kurdan re bîne

Nuha tam ne zelale ka ENKS û PYNK dê li ser çi projeyê mitabaqatekê pêk bînin. Lê dê Mitabaqata Dihokê ya 2014an esas bigirin. Ev destpêkeke baş e.

Di daxuyanîya Sefareta Şamê ya Emerîkayê ya di derbarê vê lihevkirina ENKS û PYNKyê de , piştgirîya lihevkirina Kurdan tê kirin û behsa mafên Kurdan tê kirin; lê behsa tu statuyeke sîyasî, behsa cografyaya Rojavayê Kurdistanê nayê kirin.

Rejîma Esad heta îro û herweha di hevdîtinên li gel opozîsyona Surîyeyê de jibo Kurdan xwe nedaye ber tu mafên netewî.

Opozìsyona Surîyeyê di pêşniyarîya xwe ya Qanûna Bingehîn a Nû ya Surîyeyê de, bes wek "gelekî Sûrîyeyê" hebûna Kurdan qebûl dike û li cîhê Kurd lê piranî bin behsa perwerdeya bi zimanê Kurdî dike. 

Opozìsyona Surîyeyê statuyeke sîyasî jibo Kurdan qebûl nake, wek miletekî hebûna Kurdan, wek welatekî hebûna Rojavayê Kurdistanê qebûl nake.

Rûsya jî di gelek daxuyanîyên xwe de bi zelalî li dijî statuyeke sîyasî jibo Kurdan derketîye. Bes behsa mafê ziman û kulturî yên Kurdan kirîye.

Di rewşeke weha de helbete ku karê Kurdan ne hêsane.

Di daxuyanîya hevbeş ya ENKS û PYNKyê ya ku di roja 17.06.2020an ji raya giştî re hatîye belav kirin de behsa berjewendîyên hevbeş yên "Gelên Surîyeyê û Kurdan" jî tê kirin.

Gava Mitabaqata  Dihokê hate îmze kirin li Rojavayê Kurdistanê  PYDyê Sîstema Kantonan îlan kiribûn. Mitabaqata  Dihokê jî behsa rêvebirîyeke hevbeş di van Kantonan de dikir. Lê rêya yek kirina van Kantonên li Rojavayê Kurdistanê jî vedikir.

Heger Mitabaqata ENKS û PYNKyê, Mitabaqata Dihokê esas bigire dê bê wê maneyê ku ji sîstemeke kantonan yan eyaletan heta statuyeke otonom an jî federe dê di bernameya hevbeş de cîh bigire. 

Aşkereye ku mitabaqateke di nav Kurdan de pêk bê, divê qebûl kirina hebûna miletê Kurd  û wek welatekî hebûna  Rojavayê Kurdistanê û mafê statuyeke sîyasî , netewî, coxrafî li Rojavayê Kurdistanê biparêze û divê van prensîbên esasî ji xwe re bike bingeh.

Helbete ku berîya her tiştî yekgirtin û lihevkirina hemû alîyên Kurdan ya jibo rêveberîyeke hevbeş (eskerî, sîyasî, aborî, ewlekarî, dîplomatîk, îdarî) gelekî girîng e. Ev lihevkirin bigihêje mitabaqatekê dê Kurd di peywendîyên xwe yên li gel Emerîkayê, Rûsyayê, Dewletên Ewrupayê, Rejîma Esad, Opozîsyona Surîyeyê û hemû dewlet û hêzan re wek alîyekî mixatab bêne qebûl kirin. Herweha li himberî êrîş û sîyasetên Şamê, Enqereyê, Tehranê dê Kurd yekhelwest û yekgirtî bin.

Kurd yekgirtî bin dê dest û hêza wan li himberî Rejîma Esad û Opozîsyona Surîyeyê xurtir be, dê destkeftîyên wan zêdetir bin. Herweha dê piştgirî û alîkarîya dewletên cîhanê jî dê zêdetir, firehtir  û hêsantir bin. 

 Endazyarên lihevkirina ENKS û PYNKyê Birêz Serok Mesûd Barzanî û Emerîka ye

Endazyarê Mitabaqata Dihokê ya 2014an birêz Serok Mesud Barzanî bû. Emerîka jî çavdêrê vê mitabaqatê bû.Aktorên vê mitabaqatê ENKS  û TEVDEM bûn.

Jiber ku Mitabaqata Dihokê nehat bicîh anîn mixabin Kurdan gelek zerar dîtin.

Aşkereye ku endazyarên gava ewil ya lihevkirina  ENKS û PYNKyê ya ku roja 16.06.2020an pêk hatîye, birêzan Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  General Mazlum Kobanî û dewletên  Emerîka û Fransa yê ne.

 Hate dîyar kirin ku  ev lihevkirina nû dê Mitabaqata Dihokê ya 2014an ji xwe re weke bingeh qebûl bike.

Bi awayekî fermî însîyatîf girtina Dewleta Emerîkayê ya di lihevanîna  PYNK û ENKSyê de gaveke dîrokî ye.Heger Emerîka li dûv vê helwesta xwe bi îstîkrar raweste, dê jibo paşeroja gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bibe garantorê herî mezin.Helbete ku di vê hewl û gava fermî ya Emerîkayê de berjewendîyên Emerîkayê roleke esasî lihîstîye. Lê divê em baş bizanibin ku, birêz Serok Mesûd Barzanî û birêzan Nêçirvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî tesîreke mezin li ser vê helwesta Emerîkayê kirine.

Nuha jibo paşeroja Rojavayê Kurdistanê û jibo îmze kirin  û bicîh anîna mitabaqateke nû, bar û berpirsîyarîyeke mezin li ser milên ENKS, PYNKyê û li ser milên  birêzan Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî General Mazlum Kobanî û dewletên  Emerîka û Fransa yê ne.

Mitabaqateke ku ji ENKS, PYNK û ji hemû partîyên din yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk hatî, bi bicîh anîna îdareyeke hevbeş a eskerî, sîyasî, aborî, dîplomatîk, rêvebirî û ewlekarîyê,  dê bingehê statuyeke sîyasî jibo gelê mê yê Rojavayê Kurdistanê ava bike. 

Em hevî û daxwaz dikin, ev gava ewil ya ku jibo  lihevkirinê hatîye avêtin, bi mitabaqateke mayînde encam bide û ev mitabaqata nû bi hemû naveroka xwe  ve bê bicîh anîn.

Ji nuha ve Dewleta Tirkîyeyê berteke tûnd li himberî lihevkirina ENKS û PYNKyê nîşan dide û ENKSye tehdît dike. Rejîma Esad û Dewleta Îranê jî dê ji vê gava lihevkirina Kurdan nerazî bin. Bi gelek plan û midaxaleyên cûr be cûr van dewletan û hevkarên wan dê bixwazin vê lihevkirinê têk bidin.

Em hêvî dikin ku hemû aktor û endazyarên vê lihevkirinê dest bidin hev û nehêlin tu dewlet û hêz rê li ber  pêk anîn û bicîh kirina vê mitabaqata nû bigirin  û nehelin tifaqa Kurdan têk bidin.

Herweha Mitabaqateke mayînde ya di navbera ENKS, PYNK û hemû partîyên Kurdan de, dê di bidawîanîna dagirkirina Efrîn, Serê Kanî, Girî Spîyê û hemû axa Rojavayê Kurdistanê ya dagirkirî de destê Kurdan bihêztir bike. Dê di yek kirina axa Rojavayê Kurdistanê û di rêlibergirtina Plana Kemera Erebî de meşruîyet û hêza Kurdan xurtir bike. Dê alîkarî û piştgirîya navnetewî zêdetir bike.

Li Rojavayê Kurdistanê lihevkirina Kurdan dê jibo asayî kirin û xweş kirina rewşa gelê me bingeheke xurtir ava bike û dê jibo vegera gelê me yê li gelek welatan bûye penaber jî rê xweştir bike.

Li Rojavayê Kurdistanê lihevkirin û mitabaqateke mayinde ya li ser prensîbên netewî, dê tesîreke mezin a pozitîf li Bakur û Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bike.

Li gel hebûna statuya federe ya li Başûrê Kurdistanê, bi pêk anîna îdareyeke hevbeş û statuyeke sîyasî li Rojavayê Kurdistanê, dê rûpeleke nû di dîrok û di paşeroja hemû Kurd û Kurdistanîyan de vebe.

Em wek PAK spasî û pîrozbahîya hemû aktor û endazyar û alîkar û piştgirên vê lihevkirinê dikin. Û em dibêjin her Kurdek jî divê piştgir, alîkar û hevalbendê mitabaqateke mayînde, netewî, demokratîk ya di navbera hemû alîyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê bin.

 21.06.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê