Di bingeha rêformê de, çi were kirin?

Kurd24

Dema kû behsê ji rêformê dikin, xwêya dibe kû tiştek, pirsek yan jî hebûnek kû ji bineret da ew çend heye, lê jiber mezinbûna xwasteka li ser wê yekê, yan jî li ber xelet bi karanîna wê hebûnê, mifayê wê yekê hemberî xwasteka wê kêm bûye. Gerek e kû ew yek were rastkirin li hemberî vê xwastê. Li dîrokê de rêform a herî balkêş vedigere bo rêform a olî kû li sedsalîya 14an de li Ewrûpayê qewimî û olê Mesîhiyan hat rêform kirin, ew çewanî çêbû? Li bineretda ol hebû û karê olî xizmeta civakî bû, lêbelê hinek oldarên kû ji bo berjewendîya xwe bi kar anîbûn, ev çend bû bû nexweşiyeke pir mezin liser civakê de, çûnku oldarên wan ol kiribûn tûcaret. Kilîla biheştê difirotin û gûneh în xelkê jê dibirin li hemberî parêyek mazîn. Ev yek bû sedema wê yekê ku hemû pare û malê civakî bikeve di destê oldarên wî çaxî de. Lêbelê kesekî kû ev çênd zanîn û destnîşan kir, ku mafên civakî dihêt xwerin û gerek e ku li hemberî vê rewşê bi agehî û zorî bibîne xwedî û civakî serbest bikin. Kesê ku ev da ye zanîn ( Martîn lûser) ê qeşayê Mesîhiyan bû, piştî wê yekê civakîêdest bi pêvajoyên mazin kir, ji bo pêşveçûnên mezin.
Li sedsalîya 20an dê rêfûrmeke din li aliyê siyasetvanekî jîr li Malizya de derket û bingeha pêşveçûna welatê xwe danîn. Mahathir Muhemed kû karî welatê xwe li astekê herî xirab derbasî astekê herî baş bike, di pêş wî hikûmet û mirov hebûn ku hikûmdari dikirin, lê belê jîrîyek û kesên ku ji bû xizmeta wêlatê xwe bi pênaseya hikûmdari kar dikin nebûn, lê Mahathir ji aliyê xwe de bi awayekî jîrane derket û rêform di nav welatî de ragihand û di demeke kin de encamên herî mezin bidest xistin.
Li herêma Kurdistanê de rewşa aborî pir saxlem nîn e, piştî ku kabîneya nû ya birêz Mesrûr Barzanî hat pêk anîn, karê xwe yê herî pêşîn kirin reform a aborî. Di ramanek pirî mezin û girîng ev yek derketina rojeva civakê Kurdistanê de. Çunkî xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku reforma aborî were kirin û rewşa aborî pêşve biçe. Karê herî pêşîn ku bibe sedema pêşketina reform a aborî, ev ên li xwarê ne:
1- pêkanîna encûmena refûrma aborî ku bi rengekî rastê rast li bin desthilat û çavdêriya birêz serokwezîr Mesrûr Barzanî bibe.
2- mifa girtin ji hikûmet û welatên din ji bû dest girtin a projeyên mezin û cîyawaz ji bû rêfûrmê, mîna welatên rojavayî li navbera her du şerên cîhanê û piştî şerê cîhanê yê duyemîn de, bi awayekî taybet Fransa û Almanyayê.
3- hebûna peywendîya di navbera kar û berhemên navxweyî, bi awayekî ku berhemên navxweyî di hemberî xwastek a xelkê da bibe, ji bû bi bihabûna berhemên navxweyî. Ev tê wê wateyê ku hikûmet sîstema çandin û berhemanîna wê bi awayekî rêkxistin û zanistî bi dominê çunku di niha de çandiniya Kurdistanê bi awayekî ne rêkxistî bi rêve diçe, ev dibe sedema zerer û zîyanên mezin bû cûtkar û çandiniya Kurdistanê.
4- Avakirina sîstem a bankî ji bû pê dayîna maaş in welatîya. Herwisa wergirtin a bacan bi riya sindoqa hikûmetê, ji bû wergirtin a parê bacan bi awayekî zelal

22 Tîrmeh 2020