Ji “Demokratik Modernite” ya ocalanî, ber bi hêzeka “Mîhwerî Muqawemet”

Kurd24

Wisa bawer im, li vê dinyayê tevgera ku herî zêde gotina demokratîk bi kar tîne PKK ye.

Wekî hûn li medya wan binêrin, li gotarên rêvebir, endam û alîgirên wan bibihîsin, hema bêje nîva gotinên wan „demokrat û demokratîk“ in.

Berê, heta salên nîva nodî zimanê wan bi gotinên wekî “bagimsizlik”, “özgürlük“, “diriliş”, “direniş”, “devrim”, “gerilla”, “isyan”, “sömürgeci” û “ilkel milliyetçi” ve dagirtî bûn. Navê rojnameyên (organên) wan ên bi tirkî „Serxwebûn“ û „Berxwedan“ bûn. Gelo nuha jî navê rojnameya wan a organa navendî “Serxwebûn“ maye, an wî navî jî wekî bîr û hizra serbixweyî rakirine, avêtine “çopê” (zibilê), nizanim. Cihê pirsê ye.

Piştî serokê Pkkê A. Ocalan hat girtin û di hefsa girava Imrali de bi cîh kirin, sala 1999an demê lêpirsînê û piştre wî hin nêrînên nû nivîsî. PKKyî jê re dibêjin; „paradigmaya nû“. Heta îro zêdetirî 10-15 pirtûkan hatine nivîsîn ser navê A. Ocalan, an jî di bin navê ji destnivîsên hevdîtinan bi wî re. Bo min ya herî girîng ku Pkkê navê „manifesto“yê lê kiriye, ew pirtûk e.

Cîhê wê hat em bêjin, sê „manifesto“yên bingehîn hene di jiyana A. Ocalan de. 1.“Kürdistan Devriminin Yolu“ (Riya Şoreşa Kurdistanê), 1978 2. “El Sebhe Yewm / Yedi Gün” (Heft Roj) bi Erebî li Suriyê salên heştêyî. û 3. „Kürt sorununda demokratik çözüm manifestosu“ (Di pirsa kurdi de manifestoya çareseriya demokratîk) 1999. Lêkolînên derbarê rola A. Ocalan û pkkê de ev her sê qonax û manifesto girîng in. Demê mirov ji naveroka van sê „manifestoyan“ agahdar dibe, pê dihese ku hêzên pê re ketine têkiliyê xwestine bi destê A. Ocalan (û PKKê) berê Kurdan bi kû ve bidin. Ev mijareke girîng e, û heman demî dûr û kûr e û hewceyê lêkolîneke taybet e. Em vegerin ser mijara rojeva nuha.

Ji “manifestoya” wî ya dawî sêyemîn pê de, zimanê PKKê êdî bû “demokrat” û “demokratîk”. Bi çiqasî ew bi xwe bûne demokrat û demokratîk, cîhê pirsê ye. Ew ji Turkiyê, Iranê, Irakê û Suriyê re zêde zêde bûne demokrat, lê ji Kurdan re takehêz (tekçî), hêrîşkar û tahrîbkar in wekî li başûrê û rojavayê Kurdistanê dil û hinavê me Kurdan disotînin. Stratejiya wan a nûha, demokrat kirina van dewletan e,  yên ku Kurdistan li nav xwe parve kirine. Ji xwe Dewleteka Kurdistanê, serxwabûn ev tişt ji bo wan  „ilkel milliyetçilik“ (primitive patriot) e. Belê, “paradigma” wan a nû mixabin ev e.

Lê pkk heman demî rêxistinek e wisa ye goreyê berjewendiyên rêvebirên xwe guherbar e. Li Îranê bi rejima ayetullahan re hemaheng e. Li Suriyê heta Amerîkî û hêzên hevbend derbasî wî alî bûn bi rejîma Baasî re peywendiyê xwe hebû, piştî Amerîki derbasê wî alî bûn, beşekî ji wan bi Amerîkaniyan re hevkariyeke baş danîn, di şerê dijî Daişê de berxwedaneke baş kirin. Nuha jî riya beşekî di ser Şamê de digîhe Qamişlo û Hesekî, beşekî ji „Rêvebiriya Xweser“ û ji HSDê dixwazin bi Amerîkiyan re wan destkeftiyan biparêzin û bigihînin statuyeke yasayî bi piştevaniya hêzên navdewletî û Yekitiya Netewan (UN). Li Tirkiyê dewlet bi A. Ocalan re di diyalogê de ye. Ev hevdîtin carna li goreyê plan û projeyên dewletê aşkere dibin, carna bi veşartî. Peywendiyên Pkkê bi Iraqê re, ne hewce ye zêde bahs bikim. Li kû derê ji destê were, dixwazin alaya Kurdistanê rakin û alaya Iraqê bilind bikin. Li Şengalê wisa bû, wisa ye, li hêrîşên herêma Suleymaniyê me li bi çavên xwe dît, xelkê Kurdistanê bu şahidê wan gunehbariyan.

Ev karên PKKê bi van hêrîş û provokasyonên van çend mehên dawî li başurê û rojavayê Kurdistanê gîha qonaxeke nû.

Ev qonax, pirsa hevbendiya Qendîlê û rejîma ayetullahan di çarçoveya stratejiya „Hîlala şia” de derxistiye pêşiya me Kurdan. Ev bûyerên ku nuha diqewimin, em nikarin tenê bi takekêşî (tekçîtiya) rêvebiriya pkkê (Qendîlê) ve binirxînin. Ev buyer û hêrîşkarî diyar e ku li goreyê planekî rûdidin. Ev êdî ne tenê karê Qendîlê ye. Bêguman berê jî bi Iraniyan re, bi hêzên şîa re bi hevahengî tevdigeriyan. Mixabin ji Kurdan bêhtir giringiyê dan û didin hêzên hîlala şîa. Ev helwest ji bo başurê Kurdistanê jî û ji bo rojavayê Kurdistanê jî metirsî ye.

Rejima Îranê pkkê wekî hezekî ji “mîhwerê muqawemet” dihesibîne û wisa bi nav dike. Mîhverê muqawemet (xeta berxwedanê) ya rejima pasdaran diyar e, xeta (akisa) şîa ye. Hêzên di vê mîhwerê de cîh digrin hêzên milîsatên şîa ne. Navenda Ramazan, Hêzên Qudus morika pişta vê mîhwerê ye di ser Şamê de digîhe Hizbullah a Lubnanê, heta Huthi-yên Yemenê û hin hêzên li Misirê, Somalî û Sûdan.

Ev stratejî diyar e.

Em Kurd divê vê pirsê ji xwe û ji pkkê bikin:

Çi karê we li nav vê mîhwerê heye? Heta çi astî û heta kengî hûnê bimînin hêzeka mîhwerê muqawemet?

Zelal kirina vê pirsê, dê alîkariya me bike ku em hêrîşên li başurê Kurdistanê, hevkariya li Şengalê bi Haşdî şaabî re û têkdanên li rojavayê Kurdistanê û derxistina kospeyên li dijî danûstandina Kurd bi Kurd re baştir têbigihîn.

Diyar e ku rejîma Iranê Qendîlê aktîf kiriye.

Tevgerên Kurdistanê û her Kurdê dilsoz hewce ye vê mijarê, vê metirsiyê têbigîhe û aşkere bike.

Ya herî girîng, hêzên Kurdî divê armanc û taktikên vê plana hêrîşkar û têkdar bêhtir ronî bikin û van provokasyonan pûç derxin. Ew dixwazin li başurê welat kaos û karesatan derbixin.

Rewşa heyî pirsa gelo em dikarin PKKê ji nav destê Iranê, ji nav mîhwera muqawemet derbixin, tîne holê. Eger bersiv erê ye, em çi bikin? Eger na ye, em hemî bi hevra divê kîjan tedbîran werbigrin ku ev zirar û ziyan kêmtir be. Her zirarê digihînin me. Ya girîng ew e, zûtirîn demê pêşî li van têkdanan werê girtin, bê ku dijmin di armanca xwe de bi serkevin û xwîna Kurd bi destê Kurd bê rijandin.

Hêzên hîlala şîa (mihwerê muqawemet) lê kar dikin ku statuya Kurdistanê bi destê hin hêzan têk bidin ku navê Kurdan li duyê wan e. Yanî Kurd li ser hesabê dijminên xwe mala xwe bi destê xwe bişewitînin.

Hêvîdar im, Qendîl manifestoyeke nû derbarê hevkarî û xizmeta di mihwerê muqawemet de nenivîsin, û gavekî zûtir ji vê riya bi tehlûke vegerin.