Salvegera Bûyera 1915

Kurd24

24’ê Nisanê di bîr û raya giştî de wek “Roja Qetilkirina Êrmeniyan” hatiye qebûl kirin. Lobiyên Êrmeniyan li hemû dinê xebat dikin ku dewletên li dinê bi taybetî jî dewletên wek DYA, Fransa, Brîtanya û Almanya vê rojê bi  awayekî fermî “Roja Qetilkirina Êrmeniyan” qebûl bikin. Helbet mafê Êrmeniyan e ku mafê xwe biparêzin. Bi ya min ne hewceyê tu kesî ne jî. Êrmenî xwedî dewlet in. Sermiyana Êrmeniyan di piyasa tîcarî ya dinê de xwedî hêz e. Êrmenî di her warî de dikarin reklam û propagandayê xwe ji bo berjewendiya xwe bikin.

Em Kurd pir ji barê giran hez dikin. Weke ku barê me têra me nake, em barê xelkê jî dikin barê xwe. Hin Kurdên “xwenda”, hin rêxistin, hin partî,  van rojan bûyera 24’ê Nîsana 1915 şermezar dikin û ji bo Êrmeniya piştgiriya xwe pêşkêş dikin.  Helbet şermezar kirina qetilkirin watiniyeke însanî ye.

Ma gelo ew kes, rêxistin û “xwendayên” Kurda dema bûyerê şermezar dikin ji bo çi qetilkirina Kurda bi destê Êrmeniyan şermezar nakin? Ma Êrmenî hindik Kurd kuştine?

Baş tê bîra min di destpêka salên 1990’î de, di dema Perestroykayê Êrmenî êrîşî gundên Kurdan kirin. Dest danîn malên Kurda, ferqa jin, zarok, mêr û îxtiyar nekirin, bi sedan Kurd kuştin, Kurd mecbûrê sirgûnê kirin. Ez wê demê li Tiflîsê bûm. Min gelek Kurdên Êzîdî kû ji ber zilma Êrmeniyan reviyabûn hatibûn Tiflîsê dîtin. Dema ji min re qala tiştên ku Êrmenî li wan kiribûn dikirin dest bi girînê dikirin. Digotin ku Êrmenî dest danîne ser mal û milkên wan, pez û dewarên wan, tecavizê jin û keçên wan kirine. Min di vegera xwe de li ser vê yekê nivîsek nivîsî û  di Armancê de hat weşandinê. Di heman nivîsê de min rexne anîbû “entellektûlên Kurd” li Erîvanê jî.

Hin rojnamevan û siyasetmedarên Tirkan jî dixwazin qetilkirina Êrmeniyan bikin stûyê Kurdan. Îddîa dikin ku Kurd Êrmeniyan kuştine. Helbet dîrok di vî varî de şahidê gelê Kurd e. Em pê dizanin ku di navbera Kurd û Êrmeniyan de dem bi dem dijberî bûye, hevûdu kuştine lê em tu caran nikarin behsa qetilkirina girseyî bikin.

Em Kurd divê hin tiştan ji zêdeyî qiymeta xwe nenirxînin! Dema Hirant Dînk hate kuştin me rabû xwe kir “Hirant Dînk”! Baş e ma gelo we dîtiye ku Êrmen xwe kirine Muhterem Biçimli, Ferît Uzun?

Divê em jibîr nekin ku li hemû welatên ku Kurd lê dijin  êş û zilm heye, bindestîbûn heye, perçebûna malbatê heye. Helbet divê em wek însan li hemberî kuştinê derkevin, kuştinê şermezar bikin lê bi ya min ne hewce ye ku em xwe bixin ciyê hin kes an neteweyan. Barê me têra me heye! Ne hewce ye ku em barê xwe girantir bikin.