Diasporayeke Kurdistanî ya bi hêz tê damezrandin

Kurd24

Ger ku em vegerin dîroka gelan, em ê bibînin ku ew çawa bi hemî hêza xwe li ber xwe didan da ku bigihîjin armancên xwe yên neteweyî û serxwebûnê xwe.

Di sedsala nozdehan de gelek welatan ne tenê bi şer, bi siyaset û partiyên ku tenê wan gelan temsîl dikin, karîbûn mafê çarenûsiyê bi dest xwe bixin lê ew dixebitin ji bo ku civaka xwe ya li derveyî welêt jî biparêzin bi hêz bikin, ji ber ku ew karîn weke hêza zextê li ser cihên beriyare li welatên ku tê de dijîn bi kar bînin û ya ku karibû rê li ber serxwebûna wan vebike.

Wek ku tê zanîn di siyasetê de, siyaset bi tevgerên siyasî an partiyan têr nake ku bigihîne armancên xwe. Lê berevajî, pêwîste ku mirov rêxistinên civaka sivîl ava bikin ku pêwîstiya rola giştî û siyasî bilîzin (lobî). Ew temamkerê tevger û hereketa partiyên siyasî ya we ku em dizanin pêdiviya Kurdan bi diyasporayeke xurt a li derveyî welat heye.

Li ser vê bingehê destpêşxeriyek ji aliyê mercê Kurd, Serok Mesûd Barzanî ve heye û berî sal û nîvekê dest bi karê xwe kiriye bi navê Navenda Ravenda Kurd (Kurdistanî) li derve. Û ev Navend navendeke ji aliyê siyasî û dînî ve bê alî ye û kar û xebatên xwe li ser bingehên demokrasî, aştî, raya azad, bi hevre jiyan û wekheviyê dike. Li dijî hemû cûre tundûtujî, nijadperestiyê ye. Parazvanê her kesî, her rêxistin û federasyona Kurdên li derveyî welat yên ku baweriya wan bi ax, netewe û Alaya Kurdistanê heye. Wê bibe pireke xurt ya têkiliyên Kurdên li diyasporayê yên ku li dûrî Kurdistanê ne û kesên ku baweriya wan bi mafê Serxwebûna Kurdistanê heye.

Her kurdê ku di vî warî de dixwaze ji gelê xwe re xizmetê bike, dikare beşdarî kar û xebatên navendê bibe. Kar û armanca sereke, hewl û têkoşîna bi yekrêzî û civandina Kurdên diyaspora yên ji çîn û nifşên cûda li ser bingehên demokrasî, wekhevî, bi hev re jiyan û mafên mirovan. Pêşxistina çand, ziman û folklara Kurdî û giringiya li ser dîroka Kurdistanê. Dikarim bêjim ku Navenda Revenda Kurd li derve weke sîwaneke bo hemî Kurdên li diasporayê û yekemîn car e ku di dîroka Kurdan de diasporayeke bi hêz û xurt tê damezrandin. Divê Kurd lê xwedî derkevin û hembêzê xwe jê re vekin bo serkeftina gelê me.