Bo Dîrokê yan jî Qîrîna Barzanî

Kurd24

Beşa Yekem:

Çendêk berê kitaba bi navê Bo Dîrokê ya birêz Mesûd Barzanî di weşanxaneya Avestayê da hat çapkirin. Kitab bi kurtî ji dîroka parçekirina Kurdistanê destpê dike, bi avakirina dewleta Iraqê û rewş û têkoşîna Kurdan ya di nav Iraqê ve didome. Di kitabê da mijara esasî ku bi hûrgilî tê nîqaşkirin prosesa Başurê Kurdistanê ya piştê 1992an e. Lê wek xuyaye mesaja muhîmtirîn ya ku Mesûd Barzanî xwestîye bide derheqê qonaxa referanduma serxwebûnê ya 25ê îlonê a 2017an da ye. Bi gotineke din kitaba Bo Dîrokê li ser mijara referanduma serxwebûnê û encamên wê yên tijîders yên dîrokî hatîye honandin.

Tişteke din jî ev e ku kitaba Bo Dîrokê bi zimaneke fesîh û sade hatiye nivîsîn. Dema tu kitabê dixweyînî, tu dibêjî qey tu bi birêz Barzanî ra runiştîyi û ew ji te ra behsa serpêhatîyê miletê kurd yên sedsalî dike. Bi tarza xwe ya sakîn ya hercarî tecrûbeyên xwe yên ku di têkoşîneke zor û dijwar da nisilîne ji we ra qal dike, wekî ku şiretan li hevalên xwe bike.

Di vê navberê da eger ez behsa wergera kitabê ya kurmancî nekim ku bi destê birêz Arif Zêrevan hatîye kirin, dê kêmasî be. Aşkere ye ku wergera kitabêka wisa ne hêsanê, lê birêz Zêrevan vê karî bi serkeftî bicîanîye.

Herwisa ez dubare sipasiya Weşanxaneya Avestayê dikim ku berhemeke wisa giranbuha gihandiye xwendevanên kurmancîaxivî û yek ji wan jî dîyarîyê min kirine.

Piştê van çend gotinên destpêkê, ez dixwazim derbarê kitaba Bo Dîrokê hinek dîtên û nirxandinên xwe bi kurtî û bi xal bi xal rêz bikim.

Qîrîna Barzanî

Wek di sernivîsarê da jî min işaret kir, di şuna navê Bo Dirokê, meriv dikarê ve kitabê wek Qîrîna Barzanî jî binav bike.

Ji ber ku armanca hemî hewl, xebat, hizr û hebûna Mesûd Barzanî ew e ku bikaribe ji bo miletê kurd rêûdirbek bibine da Kurd bikaribin bi awayeke azad, birûmet, wek her miletekî di nav aştî û aramîyê da bi serbilindî bijîn.

Lê bi gotina Barzanî li pêşîya miletê kurd problemeke wisa mezin, denklemeke wisa tevlîhev heye ku pê ra serîderkirin pir zehmet e. Ev girêkeka kor e. “Ne dijminê Kurdan kariye kurdan ji holê rakin û ne jî Kurdan kariye wan ji holê rakin”.

Wê gavê tenê rêyek dimîne; rîya diyaloxê, danûstendinê, jihevfamkirinê. Lê ev fahm, hizr û eqliyet jî li ber dewletên dagirker tune. Mixatabên Kurdan ji eqliyeta nûjen û çêker dûr in. Li ser gotinên xwe nasekinin. Li himber kurdan dev ji dek û dolaban û komployan bernadin. Bi qanûn û peymanên xwe ra girêdayî nînin. Ev jî karê Kurdan, bi taybetî jî karê aktorên siyasî yê Kurdistanê zehmettir dike.

Yek faktorê ku mesela Kurdistanê giran dike jî paçekirina Kurdistanê li ser çar dewletan e. Bi gotina Barzanî hikmê vê realiteya ku di vê sedasalî da çêbûye, ji bo her parçeyeke Kurdistanê xisusiyetên taybet peyda kiriye. Divê doza her parçeyekê li gor taybetîyên xwe, di çarçoveya diyaloxê, bi rêbazên aştiyane û demokratik bên çareserkirin.

Neheqîya tarîxî ya li Kurdan bûye

Mezûd Barzanî di kitaba xwe ya Bo Dîrokê da neheqîyên ku ev dused sal in li gelê Kurd û Kurdistanê bûne carek din pir bi zelalî û piralî ve raxistiye ber çavan. Di destpêka sedasala borî da dema dinya li gor Prensipên Wilson ji nû ve ava dibûn û her miletekî qedera xwe bi destê tayin dikirin, parçekirin û parvekirin bû para Kurdistanê. Ew dewletên mezin ku goya li dinyayê nizameke nû avadikirin, ciyê ku ji bo dewletbûna Kurdan zêmînê hazir bikin, ji bo hikumkirin û dagirkirina Kurdistanê bi destê xwe dewletên çêkirî avakirin û Kurdistanê li ser wan dabeş kirin.

Başurê Kurdistanê jî bi dewleta Iraqê ya çêkirî ve zeliqandin.

Dewleta Iraqê di vê parçeyê Kurdistanê da qîma xwe bi tenê binpêkirina mafên Kurdan neanî. Wan li gor siyasete organîzekirî û sistematik dixwest ku demografiya Kurdistanê biguhurîn û di qonaxeke da miletê Kurd ji holê rakin. Wek Barzanî bi hurgilî dibêje; di sala 1963 û piştê hatina Beasiyan siyaseta dijminane ya dijê mirovahîyê gihişt qonaxeke nû. Di vê merhelê da bi sedhezaran Kurd bi darê zorê ji warê bavûkalên wan derxistin û li şuna wan ereban bicîkirin.

Sala 1980ê da diwazde hezar ciwanên Kurdên feylî ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatin windakirin. 1983ê da hêzên rejima Iraqê heşt hezar mêrên barzaniyan desteser û tune kirin. Di berdewamîya tetbiqkirina plana jenosîdkirina neteweya Kurd, hikumeta Iraqê 1988ê da operasyoneke bi navê “Enfalê” da 182 000 hemwelatiyên Kurd îmha kir. Di eynî salê da bi kimyabarankirina Halepçeyê di carek da pênç hezar Kurdên bêsuc û guneh hatin şehîdkirin.

Eynî qetlîam li jîngeh, aborî û gund û başarên Kurdistanê jî hat kirin. Şik tuneye ku ev hemî kiryar tawanên dijê mirovahiyê û tawanên komkujîyê bûn ku armanc tunekirina miletek bi giştî bû.

Momenteka girîng; Serhildana 1991ê

Di dirêjahîya deh salan da desthilatdarên Iraqê siyaseta zilm û jenosidê li dijê Kurdan rêvebirin. Lê Kurdan jî li himberê zilm û êrîşên dagirkeran tu car serê xwe netewandin. Wekî ku Barzanî di kitaba xwe da dibêje, piştî serhildana miletê Kurdistanê ya bihara 1991ê da firseteka nû jibo miletê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanê peyda bû. Ew serhildan di tarîxa miletê Kurdistanê da momenteka girîng bû

Di encama serhiladana 1991ê da artêşa Iraqê şikestineke mezin xwar û neçar ma, paş ve kişîya. Aktorên sîyasî li Kurdistanê desthilatê bidest xistin, peşmerge asayiş û ewlekarîyê bicîhkir, miletê Kurd cara ewil azadîyê bi têra xwe tehm kir.

Cara pêşî 19ê Gulana 1992an da li Kurdistanê hilbijartinên azad çêbûn û bi awayeke demokratik û aştiyane parlamento û hikumeta Kurdistanê hatin bijartin. Ez xwe pir bisiûd dibînim ku min û hîn hevalên xwe di wê roja tarixî da şahidîya pêvajoya hilbijartinan kir. Xelk bi qefle qefle diçûn ser sindoqan, atmosfereke şahîyê û cejnê peyda bûbûn. Bi rastî ew hilbijartin ji gelek aliyan ve watedar û girîng bûn. Kurdan wê rojê ber bi demokrasiye ve gaveke mezin avêtên û kemaliya xwe îspat kirin. Hilbijartinên 1992an di asta rojhelata navîn da jî nimuneyeke bêhampa bû.

Êdî Kurdistan xwedîyê statuyeke federe bû, heta meriv dikare bêje ku di pratikê da serbixwe bû. Ev statuya federa heta 2005an dewam kir û di sala 2005an da jiçêkirina destura nû ya Iraqê ra bû nimune û bingehek.

Diyalog, car jî diyalog

Barzanî dibêje, dema rejîmê piştê serhildanê daxwaza diyalox û danûstandinê ji me kir, me wek serkirdayetiya Kurdan ji bo vekirina rûpeleke nû pêşnîyara rejimê qebûl kir. “Em digel xwedêjêrazî Mam Celal dema ku ji bo danûstendinê çûn Bexdayê, di rastîyê da ew hemî tawanên dirindane li ber çavên me bûn û em di nav robara xwînê da meşîyan û me destê xwe da wan destên ku bi xwîna miletê me sor bûbûn. Belê, niyeta esasîya me vekirina rûpel û qunaxeke nû bû. Si û heşt kes ji familya min, heşt hezar kes ji eşîreta min û sed û heştê hezar kesên ji miletê min bi awayekê dirindane hatibûn enfal kirin, digel wê jî min biryar da biçim Bexdayê da paşê nebêjin wî ji ber kîna xwe ya şexsî nexwest danûstandinê bike û firseta çareserîyê ya ji bo miletê kurd ji dest da…”

Ev tabloya ku Barzanî wêne dike bi rastî can û rihê meriv diricifîne. Di rewşeke wisa da biryar standin karê merivên mezin û pêşbînan e. Herkes dikarê heta ciyek şer bike, lê aşkirin û lihevkirin karê herkesi nîne. Serokatî bi kîn, hêrs û hestan nabe, bi slogan û peyvên mezin qet nabe. Bi kesên ku destê wan bi xwîna miletê te sor bûne ra danûstandin wek vewarina jehrê ye, lê dema mijar azadî û aştîya milet be, xeynê diyalogê tu çare tune. Birêz Mesûd Barzanî û Mam Celal bi biryarên xwe yên zor û tehl yên di qonaxên tarîxî ve rîya Kurdistana federe vekirin. Gavên wisa risk divê, pêşbînî û cesaret divê, lê bê risk û cesaretê jî serkeftin ne mimkun e.

Serda jî ev hewl û fedekarîya Kurdan ya ewil nebû. Di sedsala borî da Kurdan çendîn car ji bo aştîyê hewl dan, bi armanca diyaloxê gav avêtin, deriyê xwe ji muzakere û danûstandinê ra vekirin. Şert û mercên welatê me, yên herêmê û hewcedarîyên siyaset û têkoşînê di demên pêş da jî gelek caran li Kurdan ferz kir ku bi muxatabên xwe ra runin û qise bikin.

Di avakirina Iraka nû da rola Kurdan

Di kitaba Bo Dîrokê da ev pêvajo pir bi vekirî tê ravekirin. Diyaloga bi aliyên ereban ra 14-15 kanûna pêşîn a 2002an da bi konferansa Londonê dest pê dikin. Kurd pir bi aktif beşdarê konferansa opozisyona Iraqê dibin. Di konferansê da biryar li ser wê yeke tê dayîn ku Iraqa paşerojê dê Iraqeke demokratik, parlamenter, pluralist û federal be.

Herwisa opozisyona wê demê niyeta xwe aşkere dike ku neheqîyên ku salên berê li Kurdan bûne bên qebûl kirin û mexduriyeta Kurdan bê telafi kirin.

Sala 2005an da qanuna esasî ya nû ji bo Iraqê tê nivîsîn û ji aliyê miletên Iraqê ve tê qebûl kirin. Qanûna esasî ya nû li ser nirx û bingeheke demokratik, plural û federalîyê tê dizayn kirin. Ji ber vê yekê jî nimuneyeke baş û demokratik e ji bo welatên herêmê.

Wek Barzanî bi hurgilî dibêje, çêkirina qanuna esasî da Kurd roleke sereke dilîzin û çêkirina vê desturê hêviyeke mezin peyda dike jibo hemî pekahetyên Iraqê. Lê demeke şun da pêvajo berovajî dibe.

“Mixabin hevpeymanên me yên şiî ku me bi hev ra Iraqa nû ava kiribû, dema ku ciyê pîyên wan qahim bû, ketin nav proseseke xeternak û şaş da ku ew jî binpêkirina qanûna esasî û hewildana kêmkirina kurdan di avahî û dezgeyên dewletê da bû. Serkaniya wê binpêkirinê jî nebûna bawerîya wan bi qanûna esasî ya nû ya Iraqê bû…”

Ji wê rojê pê ve binpêkirina qanûna esasî û nirxên bihevra jîyanê ji aliyê deshilatdarên şiî ve dest pê dike û her diçe zêde dibe.

Madeya 140ê nayê bicih kirin. Bi midaxelekirina yasayên hilbijartinan ve li parlamnetoyê  kursîyê kurdan kêm dibin. Di dewreya diduyanda ji kurdan tê xwestin ku dest ji meqamê serokkomariyê berdin ku ew para Kurdan bû. Tişteke balkêş ev e ku di vê qonaxê da gelek caran Emerikayî bûne şirîgê şaşî û xeletîyên ereban.

Bêqanûnîya Bexdayê tê wê astê ku para kurdan ya bûtça merkezî tê qutkirin. Bi gotina Barzanî qutkirina bûtçeya xelkê  Kurdistanê ne tenê bêqanunî bû, herwisa tawaneke mezin bû li dijê gelê Kurdistanê. Ji ber ku qutkirina bûtçeyê hemî xelkê Kurdistanê û heta zarokên li ber şîr jî dikir hedef.

Daiş gunehê Bexdayê bû, lê Kurdan bedêl da

Siyaseta desthilatdarên Iraqê yên şiî ya li ser mezhepçitî, dijayetî û marjînalizekirina pêkhateyên dinê zemînê ji derketina Daişê ra xweş kir. Bi gotineke din erebên sunni yên ku ji hikumetê û qada siyasetê hatin dûrxistin çûn ketin hemêza Daişê. Hişyarîyên birêz Barzanî yên derbarê vê talukê da jî piştguh bûn.

Rojek ji nîşka ve Daişê dest danî ser Musulê, yek ji mezintirin bajara Iraqê. Çekê herî pêşketî û bi milyar dolaran pere kete destê Daişê.

Di rastîyê da derketin û pêşveçûna Daişê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo herêm û dinyayê tecrûbeyeke pir girîng bû. Mirovahi bi tehdideke nû ra rûbirû bû. Hêzeke hovane ku mirovan bi zindî dişewitandin û şerjê dikirin, carek da herêmê da berxwe û wek lehîyek gihîşt ber Bexdayê.*

Lê her çi bû, Daişê yekser berê xwe da Kurdistanê. Wek birêz Barzanî dibêje armanc ew bû ku zutirîn pêşî li Kurdan bê girtin û hêvîya Kurdan ya serxwebûnê zehif bixin. Bo gotineke din dijminê Kurdan yên herêmê dixwest bi destê Daişê Kurdan terbiye û kontrol bikin. Ewên ku piştigirîya Daişê kirin û wî rêkirin li ser kurdan, ew kes bûn ku dijîtîya referanduma serxwebûnê jî kirin.

Êrişa Daişê tam rastê wextekî da hat ku Kurdistan ji aliyê aborî da rewşek ne baş da bû, bûtçeya Kurdistanê qut bûbû, barê giran yê milyonek û şeş sed hezar koçber li ser pişta Kurdistanê bû û çekên modern û giran jî di destê pêşmerge da tunebû.

Gelê Kurdistanê û pêşmerge bi fedekarîyek û bedêlek mezin li ser dirêjahîya hezarûpêncî kilometreyan şereke dijwar li himberê Daişê kirin. Divê şerî da 1921 peşmerge şehîd bûn, 10757 peşmerge birîndar bûn, 63 jî êsir û winda bûn.

Min gelek caran gotiye û hez dikim dubare bikim; di şerê dijê Daişê û şikestina wê taluka mezin da Mesûd Barzanî roleke sereke leyist. Wek îro tê bîra min; di serî da Daişê wisa xof, tirs û sawek peyda kiribû ku gelek kes û dever bê ku şer bikin yan teslimê wî dibûn yan jî meydanê jê ra dihêşt û direvîyan.

Di demeke wisa zor û dijwar da, di qonaxeke man û nemanê da Mesud Barzanî ewil malbata xwe seberber kir, bixwe ket pêşiya peşmerge û singê xwe li himber hêzên hovane kir mertal. Bi vê helwesta xwe ya nimune, cesaret û maneviyata pêşmerge bilind kir, moral û hêviya gelê Kurdistanê xurt kir û bi vê awayî rîya serkeftinê amade kir. Ji ber vê yekê di serkeftina şerê Daişê da para mezin ya Mesûd Barzanî bû.

Yek encama şerê Daişê jî ew bû ku pêşmerge Kerkuk û deverên minaqaşebar girt bin kontrola xwe. Bi gotineke din Daiş bû sebebê wê yekê ku tevahî û yekpareyîya axa Kurdistanê bicîhbû.

 

Bayram Bozyel

* Ez dixwazim li vir nokteyek eşkere bikim ku di wextê da min pêvajoya xeternak ya derketina Daişê, qehremeniya peşmerge ya dijê Daişê, qonaxa referanduma serxwebûnê û ecamên wê roj bi roj şopand, nivisî û wan analîzên xwe di pirtuka xwe ya bi navê “Pêvajoya Aştîyê û Berevenîya Mezin a Niştîman ya Kurdan” da, di 2019an di Weşanên Dengê da çap kir. Ez gelek kêyfxweş im û anha jî dibinim ku ew nêrîn û analîzên min hema bêje bi tevahî bi nêrîn û tesbîtên birêz Barzanî ra paralel in û ji aliyê wan ve hatine teyîdkirin. Ciyê kêfxweşîyê ye ku Kurd derheqê gelek meseleyên xwe yên bingehîn da îro zêdetir xwedîyê nêrînên hevbeş in.