Hilbijartinên Iraqê û egera derfetên baştir - ji bo Kurdistanê û Iraqê

Kurd24

Encamên destpêkê yên Hilbijartina Parlementoya Federal a Iraqê hatin ragihandin. Li nav Şieyan û tevayiya Iraqê – Hevpeymaniya Saîrûn bi 73 kursiyan bû mezintirîn hevpeymanî. Hevpeymaniya Teqedum a Sunne bi 40 kursiyan bû mezintirîn kûtleya Sunne li Parlementoyê. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 32 kursiyan, mezintirîn Partî liser asta Iraqê û Kurdistanê ye.

Ev encamên destpêkê yên hilbijartinan e. Di proseya hilbijartinê de, çendîn rastiyên diyarbûn/derketî, bûn mijara rojeva Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Taybet beşdariya kêm a hilbijêran liser asta Iraqê, lê herweha Herêma Kurdistanê jî, mijarek girîng li pêş platforma siyasî ye. Baweriya xelkê/dengdêran diyar e, ku bi rastiya siyasî li Iraqê nemaye, lê li Herêma Kurdistanê jî, nerazîbûnek di vî warî de eşkere ye.

Niha, pêkanîna hukimetê di rojeva siyasî ya Iraqê de ye. Gava mirov li rastiyên pêkanîna hikumetên pêştir li Iraqê temaşe dike, dibîne ku pêkanîna hukimetê ne karekî hesan e. Destwerdanên derekî di nav de, nekarîne ligor rastiya îradeya gel û niştimanê xwe, lê ligor berjewendiyên hêzên derekî tevgeriyane. Taybet bandora Tehranê liser siyasetê li Bexdayê rastiyek berçav û nexwezyar a gelê/n Iraqê bûye. Her di roja bidawîhatina hilbijartinan de, hatina Ismaîl Qaanî (Fermandarê Hêza Qûdsê ya ser bi Artêşa Mûxafizên Şoreşê ya Îranê) bo Bexdayê, nîşaneya destwerdana Tehranê di proseya pêkanîna hukimetê ya vê care jî, hate nirxandin.

Li pêş Iraqê, li pêş hikumeta Bexdayê ya dahatî jî, gelek mijarên sereke liser mêzê ne û bawerî  ew e, ku ger guherînek di mêjî, siyaset, nêzîkahî ya Bexdayê de rû nede, pêşerojek dîsa tarî, li pêş Iraqê ye! Bikaranîna Destûrê, têkoşîna dijî gendeliyê, parastina serweriyê, gihandina xizmetguzariyê, hevsengiya desthilatî, dadwerî, gelek gelek pirsên din li pêş in… Çareserî ji van pirsgirekên mezin re divê were dîtin, lê ligor rastiya Iraqê ev çend pêkan e? Baweriyek zêde nîn e!

Hilbijartin û Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê, hilbijartin bi awayek giştî aram derbas bûn. Lê, ev rastî jî derxistin pêş, ku tevgera siyasî ya Herêma Kurdistanê, ji bo peydakirina baweriyê ligel xelkê/dengdêran lêvegerê bike. Lêkolîn bê kirin, bersiv û çareserî bên dîtin – çima li Herêma Kurdistanê jî, beşdariya di hilbijartina de kêm bû? Çima di vê pêvajoya giring de, dengdêr neçûn ser sindoqan? Bersiva vê yekê bê dîtin û ji bo çareseriyê pêngavên berçav, ku baweriyê vegerînin, bên avêtin!

Di hilbijartinê de Partiya Demokrat a Kurdistanê 32 kursî bidest xistine û egera zêdebûnê jî heye. PDK bû yekem partî liser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê. Hevpeymaniya Kurdistanî 17 kursî (YNK: 17, Goran: 0), Nifşê Nû: 9 kursî, Yekgirtû: 3 kursî, Komel: 1 kursî bidest xistin.

Serkeftina PDK, bêguman hêzek zêde dide sekna PDK di nav Parlementoya Iraqê de û ligor bernameya PDK, di gelek pirsan de dikare fişara bicîhanîna xalên Destûrî derbixe pêş. Herweha sekna Kurd/Kurdistanî dibe xwedî bandorek mezintir li Parlementoyê. Her piştî hilbijartinê berpirsên yekem ên PDK ragihandin, ligel aliyên din ên Kurdistanî, di berjewendiya gelê Kurdistanê de, yekrêz û yekhelwest bin.

PDK li çendîn deverên stratejîk, wekî Kerkûk û Neynewa, serkeftinek mezin bidest xist. Taybet bidestxistina hemû kursiyên parlementerî li devera Şingalê nîşaneyek mezin a baweriya Kurdên Êzdî bi xeta niştimanperwer-demokrat/Kurdistanî a PDK diyar kir. Herçend PKK, di bin sîwana Heşda Şabî de kiryarên ne-rewa, ne-yasayî û êrîşbar hemberî kandîdên PDK û dengderan lidar xist jî, bi awayek eşkere diyar bû, PKK li Şingalê hêzek ne-rewa, ne -yasayî û xerîbê deverê ye.  Çespandina xwe ya zordar û di nav sîwana Heşda Şabî de, tu rêzek  di nav Kurd/Kurdistanê û xelkê Şingalê de nîn e. Pêşerojek ewle, aram û aştiyane liser erda Şingalê, dûrketina Heşda Şabî û hêza xwe ya navxweyî li Şingalê – PKK ye, ku sedhezarên koçberên deverê vegerin ser mal û warê xwe…

Hilbijartinan wêneyek platforma siyasî ya Kurdistanê raxist ber çavan. PDK bê rikber, nûnerê sereke yê xelkê Kurdistanê ye. Heman demê yekrêziya Kurd li Parlementoya Iraq a federal dikare ji hemû demên berî niha zêdetir, berjewendiyên xelkê Kurdistanê derxe pêş…

13 Cotmeh 2021

Cemal BATUN