Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…

Kurd24

Ev demeke dirêj bû ku hemî kurd bi hilbijartina di roja 10.10.2021an li Iraqê û Kurdistanê pêk hat, mijûl bû bûn. Helbet ev girîng bû.

Girîng bû ji ber divê kurdan bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi helwest û qerara xwe bidana îspatkirinê ku ew êdî li seranserê Iraqê jî xwedî maf û destkeftî ne.

Me tevan bi hev re dît, xwend û guhdarî kir ku bi awayekî gelemper kurd û bi taybetî jî PDK bi ser ket. Di çi warî de dibe bila bibe, serketina kurdan dibe hêz û qaweta ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe.

Li gor min di vê hilbijartinê de diyar bû ku Kurd çi dixwazin û wê bixwazin. Lê ya girîng jî ew e ku divê wan parlemenê kurd di parlementoya Iraqê de li gel hev bin, bi yek deng û helwes bin da ku bikaribin biryara serxwebûnê di parlemena Iraqê de jî misoger bikin.

Hûn ya rastî bixwazim min xwest di vê nivîsê de tenê binivîsînim, gelo me weke kurd di vê hilbijartinê de çi bi dest xist? Ez vê weke xaleke girîng dibînim. Ji ber vê min xwest tenha li ser vê çend gotinan bêjim da ku em bikaribin ji bona rojên pêş dersekê ji vê derxin…

Vê hilbijartinê çi dema me kurdan?

Berî her tiştî ruhiyeteke milli û kurdewarî da kurdan da ku kurd xwe baştir binasin û bidin naskirinê.

Di vê hilbijartinê de zelal bû ku divê ji bona kurd bibin xwedî dewleta xwe, pêwîste li ser xeta neteweyî karê xwe bikin da ku bikaribin bibin dewlet. Ji ber ku ji roja miletê me perçe kirine û heta niha dagirkeran li gor bîr û baweriyên xwe, bi rêya îdeolojiyan miletê me xepandine, bera ber hev dane, serê wan tevlihev kirine da ku nikaribin rêya azadî û xelasiya xwe bibînin.

Lê di vê hilbijartinê de hate dîtin ku rêya ji bona azadî û serxwebûna Kurdan tenha rê û xeta neteweperestî ye. Ji ber vê ye ku ew xet li başûrê kurdistanê bi serket. Divê êdî perçên din jî ji vê dersekê derxin da ku bikaribin xwe azad bikin.

Helbet di nava her gelekî de îdeolojî hene û wê hebin, lê divê em berê bibin xwedî dewleta xwe, dûre kî ji xwe re çi diparêzin azad in. Lê berî azadiyê pêşdedayîna îdeolojiyan tê wateye ku em ê nikaribin bibin xwedî dewlet

Ji ber vê ye ku dibêjim; heger ne ew xeta neteweyî ba, kurdên îro li başûrê Kurdistanê nebana xwediyê xwe û vê destkeftiyê. Wê li seranserê Iraqê nebana xwedî gotin û biryar. Wê nehata îspatkirinê ku êdî kurd jî di Iraqê de xwedî gotin û peyv in.

Xeteke din ya herî girîng ku me di vê hilbijaratinê de dît ku rêya xaîn û xwefiroşan ne rêyeke dûr û dirêj e. Ew rêya ku berê kurdan berbi dagirkeran dibezand û dibezînin dê rojekê dawî lê bê

Me dîsa dît ku her çar dagirkerên me li gel hev xebatên bi dizî dikirin da ku xeta neteweyî bi ser nekev e. Lê wan û nokerên xwe, wan û pêgirtin xwe, wan û xaînên me kurdan bi hevre wenda kirin. Di wendakirina wan de qezenckirina xeta neteweyî bîr û raya Kurdistanê bi ser ket.

Em hemî kurdên welatparêz ku ji welatê xwe hez dikin, divê em vê ji bîr nekin ku divê em jî li ser xeta neteweyî li hev bin, bi hevre kar bikin. Heta ku me Kurdistana xwe azad kir, êdî kî çi fikir û nerînê diparêzin azad in.

Divê em ji bîr nekin ku serketina PDK serketina xeta neteweyî ya kurd û kurdistanê li seran serê Iraqê û başûrê Kurdistanê bû. Bi vê serketinê bersîva hemî xaîn û xwe firoşan jî hate dayîn.

Vê hilbijartinê da zînan ku piştî sed salan kurd niha li xwe hay bûn ku divê neteweperest bin. Tê gihiştin ku tenha netewepetestî dikare wan bike xwedî dewlet û li ser erda xwe azad bijîn. Loma baş fêr bûn ku hemî îdeolojî piştî dewletbûnê tê û hene.

Ya din jî divê em vê qet ji bîr nekin ku ew kesên bi ruhiyeta netewa xwe nejîn, bi bîr û baweriya xwe ne neteweyî bin, wê her dem serdestê xwe ji xwe baştir û mezintir bibînin.

Gelek tişt hene ku divê bêne nivîsên, lê niha ev bes e. Bawerim hate fêmkirin ku mebesta vê nivîsê çi bû.