Çima Barzanî?

Kurd24

Her miletek, li gor miletbûna xwe, li gor hebûn û jiyana xwe, li ser erda xwe biryara jiyana xwe bi xwe didin û digirin.

Li ser vî asasî ew milet heger azad be, desthilatê wî welatî wê bixwaze jiyana gelê xwe xweştir, azadtir û demokratiktir bike. Helbet eksê wê jî dikare bibe.

Lê heger miletekî dagirkirî be, partî û rêxistinên wî, dê bixwaze dagirkeriyê ji ser miletê xwe rake û ji bona wî aramî, demokrasî û wekheviya jiyanê pêk bîne, tekoşînê bide heta ku bighêje armanca xwe.

Dema em li tevgera Barzaniyan dinêrin û dibînin ku dema Barzaniyan Konfederasyona aşîretên kurdan li nava Barzan ku gundekî Başûrê Kurdistanê ye pêk anîn, biryara wan ya ewil ew bû ku ”Divê em li ser erda xwe bi azadî bijin û biyaniyan ji xwe re nekin desthilat”.

Ev bi serê xwe felsefeyek, rê û rêbazek bû. Piştî vê biryarê, Barzaniyan her xwestin û dixwazin ku ew ango gelê kurd li ser erda xwe deshilat be. Bi azadî bijîn. Weke her miletekî ala wan jî di nav alên cîhanê de bilind bibe.

Ev bi serê xwe xalek ji xalên dewletbûn û netewebûnê bû. Dema Barzaniyan ev biryar girtin li gor vê xwe bi rêxistinî kirin da ku bikaribin li hember dagirker û biyaniyên li ser erda wan bûne desthilat, şerê man û nemanê bidin da ew ango miletê kurd  li ser erda xwe bibe desthilatê xwe.

Ji ber wê biryarê bû ku şerê Barzaniyan ya li hember dagirkeran bi awayekî çekdarî ji sala 1907an heta sala 1991ê berdewam kir. Piştî bi destxistina Federasyonê li Iraqê niha jî bi her awayî ji bona Kurdistaneke serbixwe, di qada navneteweyî de şerê dîplomasiyê didin da ku ev biryara wan jî pêk bê û Kurd bibin xwedî dewleta xwe.

Lê helbet şer. berxwedan û tekoşîna Barzaniyan hê jî nesekiniye û li gor vê encama xebata wan ya ku tê dîtinê dê li vir jî nesekine. Ew tim têdikoşin da ku kurdan bikin xwedî dewlete wan.

Heger ne ji nava xaîn û xwefiroşên kurdan ba, dibû ku heta niha wan Kurdistaneke serbixwe jî ragihandibana. Lê weke pêşiyên me jî gotine: ”Kurmê darê ne ji darê xwe be, dar narize”.

Heger yên me ango hin kurd jî ne li dij wan Barzaniyên Kurdistanxwaz bana, bi hev re li gel hev ji bona azadî û serxsebûna gelê xwe kar û xebat kiribana. Bawer bikin dibû ku heta niha ne tenê başûrê Kurdistanê belkî hin perçên din jî hatibana azadkirin.

Xalek jı xalên herî girîng jî ew e ku Barzaniyan tim hewl, kar û xebat kirine da ku Kurdistanê ji nav lepên dagirkeran xilas bikin.

Ji ber vê dibêjim; dema em li miletê cîhanê binêrin, her miletek sembolekî/ê wan ya welatê wan azadkirî heye.

Gelo çima em kurd Barzaniyan ji xwe re, ji gelê xwe re, nakim sembol da ku hemî cîhan bizanibin heger ne ji wan ba, ne bi saya wan, bi xebat û tekoşîna wan ba dê kurd li ser erda xwe bimehiyana ango tune bibana.

Ji ber vê ye divê em kurd jî çi li  Kurdistanê û çi jî li welatên biyanî bin divê em bi her awayî ji Barzaniyan re bibin alîkar da ku karê wan ê ji bona Kurdistaneke serbixwe hêsan bibe.

Di welatekî azad û serbixwe de deng û rengê gel girîng e. Loma divê herkes li gor wî deng û rengî tevbigerin. Ew deng û reng wê bi xwe desthilatê xwe destnîşan bike ku wan bi rêve bibe û welatê wan ji ber lepên dagirkeran biparêze…