Roj bi heriyê nayê sewaxkirin, navê welatê Kurdan Kurdistan e

Kurd24

Di van rojên dawî de gengeşiyên nû li ser çend bûyerên Kurdên hestiyar û helwestkar qewîmîn. Cemil Taşkesen û Hifzulla Kutum bi sedema bilêvkirina navê Kurdistanê bûn amanca tedehiya desthilata Tirk. Mixabin ku îro, pergala siyaset û rayedariya Tirk li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin. Va ye sed sal e navê Kurd û Kurdistanê li Tirkiyê qedexeye.

Sosyolog Îsmail Beşikçi, akademisyen Bekir Tank û akademisyen Hifzullan Kutum her yek ji wan pispor û lêkolînerên Kurd bûn. Bi sedema ku di gotar û nivîsarên xwe de qala Kurdistanê kirin ceza dîtin û ji karên xweyên zanîngehê hatin dûrxistin. Beşikçî bi salan heps xwar; Hifzullah jî li ser gilîkirina Zanîngeha Firatê hate radest kirin. Di halek de ku zanko, bingeh û wargeh û navenda afîrandin û hilberîna zanyariyan û lêkolînên serbixwe ye, lê mixabin zankoyên ku di bin esareta fereseta Tirkayetî da mane asê, îro ew jî navê Kurdistanê qedexe dikin. Ev şerm û qebehetek gelek mezin e.

Di  rastiyê de, Kurdistan navekî dîrokî û erdnîgarî ye. Kurdistan ew cî ye ku bi hezaran sal e Kurd li wir cînişîn û niştecî ne. Kurdistan ew aqar e ku Kurd li ser xwedî çand û dîrok û kelepûrî û ax û milk û mal in.

Hal ku wiha ye:

1- Mistefa Kemal di 21 gotarên xwe yên fermî de navê Kurdistanê dubare kiriye,

2- Şemseddîn Samî di kîtêba xwe ya bi navê “Qamusul Alem” de behsa Kurdistanê dike û sînorê Kurdistanê dide nîşandan.

3- Ferhengzanê Tirk Kaşgarli Mehmud behsa Kurdistanê dike û wek axa Kurdistanê dibêje “Erdul Ekrad” Kurdistan e.

4- Kanunî Siltan Suleyman ji erdê me re gotiye Kurdistan.

5- Evliya Çelebî jî, ji erdê me re gotiye: Ev der Kurdistan e.

6- Gelek rayedarên cîhanê û bi hezaran dîrokzanên cîhanî ji erdê me re gotine navê vî erdî, Kurdistan e.

7- Heta dewletên dagirkerên wekî Îran û Iraq jî, ji vê axa pîroz re, îro êdî dibêjin Kurdistan.

8- Navê Kurdistanê herî zêde di dema Osmaniyan de hate bikaranîn. Paşa û Siltanên Osmanî ji Fatîh hetanî Siltan Yavuz û Siltan Silêman heta Siltan Evdilhemid tu kesek navê Kurdistanê qedexe nekiriye. Bereks, Siltan Selim bi Beglerbegê Kurdistanê Mewlana Îdrîs re federasyonek Osmanî û Kurdistanê pêk aniye. Şêwirmendên Fatih Kurdistanî bûne û Fatih sê gundên Kurdan li Stenbolê ava kiriye da ku Stenbol bibe bajarekî misliman. Siltan Silêman di hemû Fermannameyên xwe de navê Kurdistanê  bilêv kiriye. Siltan Evdilhemîd bi navê “Kurdistan” keştiyek daye çêkirin û spartiye şaredariya Stenbolê. Dîsa Siltan Evdilhemîd di sala 1847an de bi navê Kurdistan çar  madalyon (zêr, zîv, tunc û bronz) daye çêkirin û wek xelata serkeftinê li leşkeran belav kiriye. Nexşeyên li ser van madalyonan rasterast nexşeya Kurdistanê bu ku bi fermana Evdilhemîd hatibû çêkirin.

9-Bedîuzeman di nivîsarên xwe de gelek caran qala Kurd û Kurdistanê kiriye. Ku bêguman Seîdê Kurdî serwerê rêbaza nûranî ye ku piraniya Tirkan her niha jî pêroyên wê rêbazê ne.

Dewleta Tirk îro bi fermî Hikûmeta Kurdistanê ya federal nas dike, di çûn û hatinên fermî de alaya Kurdistanê tê kêşandin û navçe wekî ku di destûra giştî ya Iraqê de hatiye binavkirin, tê qebûlkirin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan di sala 2003’yan de, di bernameyeke televîzyonê de (Kanal D) ragihand ku “ceddên me Osmanî ne û ewan her tim gotine Lazistan û Kurdistan. Divê mirov ji van navan netirse”.

Hemû zana û aqilmendên cihanê vê axa pîroz weke erdê afirênerê mirovantiyê nas kirine ku gotine: “Medeniyet û jiyana şarezayiyê li Kurdistanê, yanî li ser erdê Kurdan dest pê kiriye.”

Ya herî balkêş ew e ku bav û bapîr û ceddên Tirka Kurdistanê naskirine, bilêv kirine lê nêvî û nevîçirkên Tirk vî navê dîrokî qedexe dikin. Kurdan jiyana hunerî û çandiya Tirkan dewlemend kirine, jiyana derûnî û rûhiya Tirkan xemilandinê, lê Tirk di ciyê rêz girtinê de hebûna Kurdan û welatê wan înkar dikin. Damezrînerên musîka hunerî a Tirkan (TSM) Haci Arif Beg û Dede Efendî û Delalîzade û İtrî bi eslê xwe Kurd in. Zaniyar û rênişanderên fiqha Îslamî piranî Kurd in. Danerên terîqetên mezin yên li navçe hemû Kurd in (Şahê Nexşebend, Mewlana Xalid, Şêx Evdilqadirê Gêlanî, Seîdê Kurdî) Piraniya Tirkên misilman rêwengiyên rêbazên van zanayên Kurd in, lê eslê Kurdan û van kesayetan înkar dikin.

Lewra ye ku:

Lê;

1- Tenê Kurd navê welatê xwe dema ku anîne zimên; tedahî û zordariyê dîtine,

2- Mezinê Tirkan jî, ji vê axê re gotine Kurdistan, lê siyaseta bêesil a pergala siyasî a Tirk navê Kurdistanê qedexe kiriye.

3- Ya herî girîng yekem car înkara navê Kurdistanê di pirtûk û rîsaleyên Seîdê Kurdî de ji aliyê Fethulla Gulen ve hatiye kirin. Îro fereseta Tirkane di halek de ku hemû kiryar û xebat û lebatên FETO red dike; lê tenê qedexebûna navê Kurdistanê bicih dihêle.

Ku beramber bi van rastiyan:

- Ev feraseta Tirkan a “tekane” û “Tirkane” hebûna Kurd û Kurdistanê ji bo xwe wek wek xeter yanî “Tehdît” qebûl dike û jê vê rastiyê ditirse.

- Bi vê sedemê eşkere ye ku pirsa Kurdayetî ne tenê pirsek miletî ye; ew di heman hal de pirsa erd û aqarê û axa “ Kurdistanê” ye jî. Yanî pirsa Kurdan pirsa welatekî qedexekirî û dagirkirî ye.

Pirsa Kurdan pirsa azadî û serxwebûna milet û welatekî bindest e ku îro bê riza hatiye dabeşkirin.

Lewra ye îro hemû Kurd li her warek ku lê dijîn; lazim e dengê xwe bilind bikin û ji civaka navnetewî re rabigihînin ku êdî vê rewşa dabeşkirî ya Kurdistanê qebûl nakin.

Bi kurtasî ev pirsgirek ya Tirkan e. Yan divê xwe ji van şerm û şermezariyan rizgar bikin; yan jî wê heta hetayê wisan sernizim û şermezar bimînin.

Û careke din ser û dilê şairê Kurd Xal Eskerê Boyîk xweş be ku çiqas delal nivsandiye;

“Ez dizanim wê Kurdistan çê be

Tavê qelema wê be,

Azadî beyreqa wê be;

Ez dizanim wê Kurdistan çê be

Çavê alemê lê be,

Lawê Kurd egîdê wê be,

Îro be yan jî sibê be

Ez dizanim wê Kurdistan çê be.”

(Latif Epozdemir, Serokê Giştiyê Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR)