Kurdî bikin zimanê her warê jiyanê

Kurd24

Tê bîr a min, Sala 1989an bû. Serok Barzanî seredana paytexta Swêdê Stockholm kiribû. Bi revenda Kurdî li Swêdê re civiya. Liser rewşa Kurdistanê gotarek pêşkeş kir. Di dawiya panelê de, jinek Kurd a rûniştvana Swêdê, ji Serok Barzanî re got, ku dixwaze zarokek ji Helebce xwedî bike.

Serok Barzanî xemgîn bû. Bersiva wê xanimê da û got: “Zarokên Helebce hemû zarokên me ne. Erkê we yê mezin ew e – zarokên xwe li derveyî welet, li Swêdê fêrî zimanê Kurdî bikin, çanda Kurdî bikin. Bizanibin, ku nasnameya wan Kurd e. Vê hêviyê ji we dikim!”

* * *

Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, ev 100 sal in hatiye qedexe kirin. Ji bo têkbirina zimanê Kurdî, bi dehên projeyan hatine lidar xistin. Sizayên diravî li xelkê hatine sepandin, ên ku bi Kurdî axaftin e. Êrîşên berfereh li zimanê Kurdî hatine kirin. Qaşo “akademisyenan” bi derewan xwestin e, tirba zimanê Kurdî bikolin.

Di perwerdeyê de, di hemû warên jiyanê de, di dezgehên dewletê û bazarê de, qedexe liser Kurdî hatiye danîn!...

Hemû ev plangerî, 100 salan jî serneketin!

* * *

Lê zimanê Kurdî, bi taybetî di 15-20 salên dawî de hate birîndar kirin! Zarokên dayikên, ku ji derveyî Kurdî ziman nezanîbûn bi xwe, zarokên xwe bi Tirkî mezin kirin/dikin!

“Rewşenbirên siyasî” zimanê siyaseta xwe bi Tirkî xemilandin! Diyar kirin, bi Kurdî nikarin xwe bînin ziman(!)

* * *

Di 2-3 salên dawî de, vejandinek di nêzîkahiya zimanê Kurdî peyda bû ye.

Gencên Kurd, bi berferehî xwesta xwe ya bikaranîna zimanê Kurdî derdixin pêş.

Îsal platformek berfereh a kampanya ya bijardeya zimanê Kurdî, di polên 5,6,7 8 de pêk hat!

Hereketa Zimanê Kurdî - HezKurd di serî de, Baroyên li Bakurê Kurdistanê, Insiyatifa Mamosteyên Kurdî, Hunermend, Nivîskar, Medya Kurdî û taybet Kurdistan24 pêşengiyek bibandor a kampanyayê kirin…

Vê helkeftê li welat (taybet Bakurê Kurdistanê) û derveyî welat deng veda…

Ev atmosfera hatî peydakirin, di nav gencên Kurd/Kurdistanê de dengek xurt peyda kiriye.

* * *

Kurdî, zimanê ku nasnameya me, çanda me, tora me, hebûna me formule kirî û şikl dayî – pêwîstî bi xwedîderketinê heye û ev erkê her yek ji me ye!

Ger bikaranîna zimanê me – Kurdî, ji jiyana me derkeve, nasnameya Kurd bi metirsiyek mezin re berbiçav tê! Divê rêgiriyek mezin û bibandor li vê bê kirin. Kurdî bikin, zimanê her warê jiyanê! Ev, erkê her her yek ji me ye!

Di civînên xwe, nivîsên xwe, medya xwe, lêkolîn û xebatên xwe de – Kurdî bikin binemaya xwe! Ev, erkê her aliyek pêwendîdar e!

Raya giştî ya cîhanê jî, divê were agahdar kirin, ku êrîşên hovane, nîjadperest, nemirovî, nerewa li zimanê me tê kirin! Rê nede dayîn, welatên peymanên navneteweyî îmze kirine, bi xwe li hember êrîşên hemberî zimanê me, bêdeng bin!

21ê Sibatê ye - Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye!

Li hemû zimanên cîhanê, taybet li zimanê şîrîn – Kurdî, pîroz be…