Şer mirina hest, raman û mirovan e

Kurd24

Her roj tiştek kêm dibe ji jiyana me û sewta mirinê li her derê cîhanê olan dide... Ji meha Mijdarê a Sala 2019an vir ve em bi şewba Coronayê re têdikoşin û ji wê roja reş heya niha her roj ji ya din xerabtir dibore û diçe! Hêj barê vê bobelata mezin li ser milê me sist nebû îca bûyerek din qewimî û cardin dûnya tev ket tayê!

Şerê ku di navbera Rusya û Ukraynayê de rûda her kesî metel hişt lewre tu kesî di serdemek wiha dijwar de bawer nedikirin ku du dewlet bikevin pêsîra hev.  Rusya bi hincetên xwe yên dîrokî û ji ber qesawetên xwe yên ewlehiyê tevgeriya û gava ku ji aliyê Ukrayna ve ev yek nehatin erê kirin ev bi qasî yanzdeh roj in ku ji sê aliyan ve Ukrayna dorpêç kiriye ku daxwazên xwe li ser wê ferz bike.

Pekî xwestekên Rusya a ku ji Ukrayna dixwaze bike çiye ? Di serî de Kirima ku ji 18 yê meha Adarê a sala 2014an vir ve dagir kiriye tevlîxwekirina wê bi Ukrayna bide qebûlkirin. A duduyan; Herêmên Donbass û Luhansk ku li rojhilatê Ukrayna cih digirin û ji aliyê çand, ziman û polîtîkayê ve bi Rusya re tevdigerin xweseriya xwe îlan kirin û Rusya jî wan wek dewletên azad naskir û ew herêm kir bin kontrola xwe. Ya din jî ew bû ku Ukrayna bê alî bimîne û tevî NATO’yê nebe.

Tabî mirov nikare bibêje sedem bi tenê ev in; Emrîkaya ku ji damezirandina NATOyê (4 Avrêl 1949) vir ve li hember Rusya ‘Şerê Sar’ dimeşîne û her wiha li her derê cîhanê ew bi piştgiriya dewletên hevkar dorpêç dike û nahêle ku Rusya bi xweşikî tevbigere, ji kengê heya niha pişta Ukrayna miz dide û li hember Rusya ew har dike.

Mirov dikare gelek sedemên din jî bijmêre lê yên mezin a hêjayî qalkirinê ev in. Her kes baş dizane ku di navbera Rusya û Ukrayna de ji aliyê hêza leşkerî û pêşdeketina teknîk, çek û cebilxanan ve ne hevsengiyeke mezin heye û ji xwe mirov nikare hêza wan bide berhev.

Ukrayna ne bi hêza xwe lê bi hêviya xwe ya ku vala derket li hember Rusya sekinî! Nexwe ne pêkan bû ku Ukrayna bi tu awayî xwe li ber hêzeke emperyal û qerase rabigire. Hêviya ku gelê Ukraynayê û serok Volodimir Zelenski ji dewletên Ewropa û Emrîkayê dikirin pêk nehat.

Ev yek ji axivtinên Zelenski derdikevin holê û ji xwe bi pêşveçûna şer jî  eşkere li pêş çavan e! Çend dewlet ne tê de, hemû dewletên cîhanê li hember Rusya bertek nîşan dide ji destpêka şer ve û piştgiriya Ukrayna dikin. Yek bi yek têkiliya xwe bi Rusya re qût dikin û ku Putîn vê pêngava xwe rawestîne û her wiha paşve vegere...

Mixabin heya niha jî tu tesîreke vê li ser Rusya çênebû, Putîn wer xûya dike ku heya armancên wî bi cî werin wê şer bide berdewam kirin. Her tişt li aliyekê ev şer her çi qas di navbera Rusya û Ukrayna de derketibe jî me hemûyan dixe zorê, lewre di vê serdemê de her dewlet bi şiklekê bi hevdu re girêdayî ne û zirara şer digihîje hemû cîhanê.

Niha Ukrayna bi gelê xwe re di bin barana top, tang û gûleyan de hewla hebûn û jiyanê dide; Mirovên sifîl û bê gûneh dimirin. Malên însanên xizan û belengaz di şer wan de hildiweşin, pîr e kalên bê mecal di kolanan de bê xwedî dimînin, nexweşên giran bê derman dimînin û zarokên bê gûneh di tûnelên sar û tarî de çavê xwe li dûnyayê vedikin. Ne bi tenê mirov her cûre zindî ji vê şerê para xwe digire û em yên ku vî şerî ji dûr be temaşe dikin jî bi qesawetên aborî û kêmbûna xûrekan re rû bi rû, tekoşîna domandina jiyanê dikin... Şer mirina hest, raman û mirovan e!