#KurdîHilbijêre

Kurd24

100 sal in, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrîşen berfereh tên ser her warên nasnameya Kurdî. Taybet jî êrîşên liser zimanê Kurdî! Bi dehan proje li dijî zimanê Kurdî hatine birêve birin. Axafina bi Kurdî, heta bi pereyan jî, hatiye siza kirin. Projeyên biçûkxistina zimanê Kurdî hatine cîbicî kirin. Bi her awayî hewl hatiye dayîn, ku siyaseta asimilasyonê hemberî Kurd û Kurdî bi ser bikeve! Lê, 100 sal jî, ev siyaset sernekeftiye û Kurdî wekî zimanek zindî gihiştiye heta roja me ya îro!..

Jenosayda Kulturî/Ziman!

Di ferhenga siyasî de, kiryarên hemberî nasname, kultur û ziman – wekî Jenosayda kulturî/ziman tên pênase kirin! Platform û rêxistinên navneteweyî bi peymanan li dijî vê kiryara nemirovane radiwestin! Lê, di rastiya zimanê Kurdî de, zindîhiştina Kurdî, piştgiriyek wusa nedît! Berovajî, li hemberî siyaseta asimilasyon û jenosayda kulturî hemberî Kurd/Kurdî cîhan nebîn û bêdeng ma!

Gelê Kurd, civata Kurd, dê û bavê Kurd li nerît, çand/kultur û zimanê xwe xwedî derketin! Bi vî awayî, jenosayda kulturî/ziman hemberî Kurd/Kurdî sernekeft!

Xwedêderketin a zimanê Kurdî

Bi derbasbûna nav – dem a Enformasyon Teknolojî de, êrîşên dijî zimanê Kurdî çarçoveyek din wergirtin! Bi 100an qenalên televizyonî, sinema û alavên din ên teknolojiya enformatîv - bi ser de, qedexeya bikaranîna wan bi zimanê Kurdî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê wusa kir, ku bandorek neyênî li ser zimanê Kurdî bilîze.

Lê, di 10-20 salên dawî de pêşketina medya Kurdî, herweha bi hawarhatin a medya-sosyal û bikaranîn a wê bi awayek gelek berfereh ji alî Kurdan ve, pêşî li êrîşan girt. Ligor gelek rapirsiyan, niha li Bakurê Kurdistanê daxwaz a bikaranîna zimanê Kurdî dinav gencên Kurd de, di astek berfereh de ye!

Kampanya hilbijartina bijardeya zimanê Kurdî

Di salên dawî de, taybet Hereketa zimanê Kurdî (HezKurd), Platforma zimanê Kurdî (PZK), bi piştgiriya sazî, rêxistin û medya Kurdî, kampanyayên gelek çalak di proseya hilbijartina bijardeya zimanê Kurdî de, birêve dibin. Mafên şagirtan ên polên 5-6-7-8 heye, ku bijardeya – zimanê dayikê/zikmakî hilbijêrin. Zarokên Kurdan, malbatên Kurdan divê vî mafî, bi awayek berfereh bikar bînin.  Ligor gelek lêkolînan, zarok liser bingeha zimanê xwe yê zikmakî - dikarin di warên fêrbûna zimanên din de, wergirtina zanyariyan bi awayek kûr û berfereh de, bihêzbûna kesayetî de – serkeftî bibin! Divê dê û bav li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, hêzê bidin zarokên xwe, ku bijardeya zimanê Kurdî hilbijêrin!

Herweha, taybet sazî û rêxistinên Kurd ji endam û alîgirên xwe bixwazin bijardeya zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Medya Kurdî jî, piştgiriyek mezin bide vê proseyê.

Xwedîderketina li zimanê Kurdî erkê me hemûyan e! Erkê her Kurd û Kurdistaniyekî ye… #KurdiHilbijêre