Çend Têbîniyên Piştî Erdhejê (2)

Kurd24

Rastî û zanist dibêje ku: Ev erdnîgarî, di bin metirsiya erdhejan de ye û pêşîlêgirtina  erdhejan jî niha ne mumkun e. Lê hûn dikarin, di avahîsazî û sazûmaniya jiyana xwe de, vê rastiyê li ber çav bigrin û jiyan û hişmendiya xwe wisa bi rê bixin. Heger ku rastî û zanist li ber çav neyê girtin, encamên çawa peyda dibin; me bi ceribandinên dilêşî yên giran ceriband. Divê niha em rabin ser piyan û êş û birînên xwe derman bikin, lê nabe ku bi hişmendî û neçariya berê, em li hêviya erdhejeke nû bin ku me di bin kavil û karasatan de têk bibe.

Yanî erdhej neqediyan û bandorên erdhejên ku büne jî didomin. Civak bi hemû derfet û enerjiya xwe hewla rapêçandina birînên kesên ji erdhejên li  Mereş û Hatayê rûdabûn, didin û digerin. Bi milyonan însan bi xwebexşî û derfetên xwe hewla xêrxwaziya mexdûran û dabinkirina pêwistiyê wan didin. Ji aliyê din ve tîmên pispor jî li 11 bajêrên ku ji erdhejê bandor dîtibûn çavdêrî û vekolînan dikin. Erdhejên ku heta niha bûne, li pişt xwe, karesat, tirs û metirsiyên mezin peyda kirine.  Loma jî ev car jî nabe ku em dîsa jibîr bikin ku ew ê erdhej bibin û heger ku avahî ne berxwedêr bin dê karesatên nû peyda bikin.

Hemû pisporên jeolojiyê hişyariyê didin ku li ser herdû xetên derzên ku ji bakur û başûrê Tirkiyê ve tên û li 3 goşeya Erzirom, Erzîngan, Elezîz û Bingolê dicivin, 2 xetên metirsîdar hene û pêşbînî dikin ku li ser wan xetan dê 7.4 û 7.2, du erdhej çêbibin. Ew erdhej dibe ku beriya ev nivîs bê weşandin jî rû bidin, dibe ku çendî salên din jî rû bidin, lê dem nediyar be jî, dê her ew xet erdê bihejînin. Helbet heman hişyarî ji bo seriyê din ê xeta bakurê Tirkiyê ku di Stenbolê re derbas dibe jî tên dayîn.

Loma jî ya em ê xwe li hember bandorên erdhejê bistînin ewlehiyê, yan jî ew ê tirs û mtirsiyên xwe û karesatên encamên xwe li ser me fêr bike.

Pisporên ku lêkolînan dikin û rapor li ser avahiyan amade dikin, divê  li gor di asta herî baş de, qesta parastina ewlehiya jiyana welatiyan bikin. Heger ku hin avahî bi saxlemiya xwe di van erdhejan de, kavil nebûbûn; wate ye ku dikaribû pêşî li gelek xesar û ziyanan bihata girtin. Yanî êdî divê neyê jibîrkirin ku her hesinekî ku kêm tê bikaranîn û rast nayê girêdan, her keresteyekî ku ji avahiyan bê kêmkirin û her zemînekî ku ne guncav be, lê avahî bê çêkirin de; em jiyana xwe, hezkiriyên xwe û welatiyên din dikin bin metirsî û xeteriyan. 

Loma jî di rêberiya pisporî û zanistî de, divê her welatî û hemû berpirs û rayedar ji bîr neke ku erdhej bû, erdhej dibin û dibe ku her tim bibin. Dema ku em hemû jiyana xwe li gor rastiya xwezayê tekûz bikin jî, em dikarin bi zêdetirîn ewlehî vegerin ser jiyana rojane û di erdhejan de jî jiyana xwe ya asayî berdewam bikin.

‘Xwe di ewlehiyê de hîskirin’ hesta bingehîn a her giyanî ye. Lê li gel ew qas karesatên ku ji ber erdhejan li bajarên bakur û Tirkiyê peyda bûne jî, em dibînin ku me tu ceribandin û ders bo xwe dernexistiye û negirtiye ku li bajarên 500 km ji erdhejê dûr avahî dirûxin, bi qasî 5 bajaran avahî kavil dibin. Heger ku em her carê bi heman awayî pêşwaziya erdhejan bikin, dê encam jî bişibin hev.

Weka ku Albert Ainstein gotiye: “Şêtî – dînîtî her carê heman tişt dubarekirin û jê encamên cuda çaverêkirin e.”

Heger em jî di wan avahiyan de ku ji bo kavilbûnê li benda rûdana erdhejekê be, çaverê bin; dê ew erdhej jî bibe û her carê me dibin wan kavilan de bihêle. Êş û travmayên me giran in!  Hêvîdar im em aqlên xwe weka dînan bi kar neynin û ji bo ewlehiya xwe û zarokên xwe bi kar bînin.