Piştî hilbijartinê helwesta Hikûmeta nuh li Tirkiyeyê

Kurd24

Siyaseta Tirkiyeyê di nav van çend salên dawîn de bi awayekî eşkere xitimîbû. Bi rehetî mirov dikare bibêje ku, di nav van çend salan de hem ji hêla siyasî û hem ji hêla aboriyê helwesta hikûmetê îdareya Tirkiyeyê ji xeta asayî derxistibû. Ji ber vê rewşê hem li hundir û hem li derve rexne û tenkîdên tund deng vedidan. 

Serdema hilbijartinê bi dawî bû û bi pêşengiya Erdogan Tifaqa Cumhur dîsa biserket. Pişti vê xalibiyet û biserketinê ji bo şêwaz û helwesta Erdogan, du rê û alternatif hebûn. Yan, Erdogan pişti biserketina vê cara dawîn, ewê guh nedaya kesî û li ser wê helwesta xwe ya berê hilbijartinê bi şêwaza ji serûhişê xwe razî, bi serûhişê xwe tevbigeriya. Yan jî ji ber ku hilbijartina Serokkomarî ma tûra duyem, di encama hilbijartian Parlementoyê de Ak Parti ji %7 dengên xwe ji dest dan û hina li pêşberê Tirkiye’yê hilbijartina herêmî, şaredariyan heye; Erdogan vê yekê wê wek peyamekî bide ser xwe û jê para xwe bistîne û ewê terz û helwesta xwe biguherîne, were ser xeta siyaseta eqlî, siyaseta hevpar u hevkar. 

Erdoganî gava kabineya xwe ya nuh ragihand, me dît ku Erdogan rêya duyem bijartiye, daye ber xwe. Gava em bala xwe didin kabîneya nuh, em têdigihêjin ku Erdogan, hewl dide ku ji bo siyaseta Tirkiye’yê li ser şêwazeke nuh tevbigere. Di nav kabîneya berê de ew kesên ku ji edeb û şêwaza Dewletê para xwe zêde hilnedabûn, ji hêla serwextî û liyaqatê qels bûn, li ser siyaseteka menfi û neyinî tevdigeriyan ji ser kar hatine dûrxistin. Di şûna wan kesan de li kabîneyê kesên  terbiya Dewletê hildane, li ser karubarên birêvebirina Dewletê xwedîtecrube nehatine ser kar. Bi rehetî mirov kane bêje ku kabîne bi gelemperi  li ser navên muspet u maqul ava bûye. Em di dîmena kabîneya nuh de serdema nuh karin li ser çend hêlan ve bixwînin û binirxînin.

Kabîneya ku li pêşberê me ye li ser hevsengiyeke hemû aliyên Tirkiyeyê ava bûye. Bandora herêma Kurdan û herêma Anatoliya ya navîn hatiye xurtkirin û li hêla din ji bo hevsengiyeke têr tije bandora herêma rojhilatê behra reş hatiye kêmxistin. Ev yek dide dest ku Erdoxan bi vê helwesta xwe hewl dide hemû reng û dengên Tirkiyeye hemêz bike. Ji bo vê hewlê ewê çiqas biser bikeve demên pêşiya me de emê bibînin. Li hêla din ji dimena Parlementoyê em têdigihêjin ku Meclîs ji 14 partiyan pêk tê û hemû aliyên Siyasî u Nasnameyî di nav Meclisê da cih dane xwe. Dibe ku dîmena Meclîse li ser helwesta Erdoxanî tesîr kiribe, rengê xwe li kabîneya wezaretan xistibe. Di kabineyê da belkî geşedana herî balkeş ew e ku kesekî wek Cevdet Yılmazê Kurdê Zaza, bûye alîgirê Serokkomar. Dîsa kesayetekî wek Mehmet Şimşek ê Kurdê Kurmanc, bûye wezirê Maliye û Xezineyê.

Hatina Mehmet Şimşek ya ser kar, diyar dike ku Tirkiye di vê serdema nuh de wê vegere ser hemdê rasyonel. Biryarên ku di vî warê aboriyê de bên dayin wê li gor eqlê rasyonel bin. Di vê serdemê de emê aboriya Tirkiyêye li ser zemîneke eqlî u rasyonel de bibînin. Ew gotina Şimşek ku “Ji bilî vegera me ya li ser zemîna rasyonel tu vebijêrk u alternatîfeke me tune” vê yekî dide dest.

Di vê serdemê de têkiliyên bi Ewrûpa û Amerikayê re dîsa wê bên ser hemdê xwe, wê li ser zemîneke asayî de ji nuh de ava bibin. Piştî ku şerê Ukrayna û Rusya’yê destpêkir,  Turkiye li ser siyaseteke hevseng tevgeriya, li ser xeta Ewrupa û Amerîka’yê neçû. Heta mirov kare bêje ku di vê serdema dawîn de Tirkiyê bêtir nêzikî Rusya’yê hat. Ev yek jî di navbeyna Tirkiye u Ewrupa û Amerikayê de dijberiyek peyda kir. Li ser vê dijberiyê helbet bandora hewla derbeya 15 Tirmexê jî heye. Lê di vê serdema nuh de qeneeta mine ew e ku têkiliyên muspet wê werin danîn. Ev guhertin dibe ku li ser erêkirina endamtîya Swêdê ya NATO’yê u daxwazên Turkiye’yê ji bo f-16’an bê ava kirin.

Lê hêla din, TIrkiye hat dawiya sedsala xwe ya pêşîn; ji bo wê sedsala nuh, sedsala duyemîn destpê dike. Ji ber wê, TIrkiye di vê sedsala nuh de hewl dide ku di Siyaseta Cihanê da xurt derbikeve, bibe dewleteke mezin. Ji bo vê jî mecbûre ku terz û helwesteke nuh bide ber xwe; divê li hundir, di nav malê da însicamekî hevgirtî ava bike. Rêya vê yekê jî ji çareserkirina pirs u pirsgirêkên navxweyî derbas dibe; pirsên aborî, siyasî…  Bi taybet pirsa Kurd û Kurdewariyê… Di vê serdemê de behsa destûrnameyeke nuh jî tê kirin. Jixwe zûdaveyê ku li Tirkiyeye hewce bi destûrnameyeke nuh heye. Lewra destûrnameya heyî ji destê leşkeran derketiye û tesîra bîrewerîya leşkeri li ser heye. Kurd jî ji vê bîreweriya leşkerî têra xwe bedel dane. Helbet hêvî ew e ku Kurdên Bakur jî para xwe ji vê guhertina destûrnameyê hildin u bi rêya destûrnamayeke nuh, bigihêjin heq û mafên xwe yên xwezayî û bibin hevpar û hevkarên Tirkiyeyê. Ji xwe pirsa Kurd heta ku çareser nebe bi tu awahi neşê behsa wekhevî û biratiyê were kirin. Tirkiye bi tu awayî nikare bibe dewleteke cîhanî û nikare ji derbendîyên ku li ber in bixelise. Her wekî ku her carî em bilêv dikin ji bo Tirkiyeke hevpar û xurt û ji bo Tirkiyeke demokratik, divê pêşî pirsên Kurdan werin çareserkirin.