“Hêviyên Dara Hinarê” ya Evîn Şikakî kulîlk vekirin
K24-Navenda Nûçeyan
Kitêba şi’ran a nû ya Evîn Şikakî, bi navê “Hêviyên Dara Hinarê” di nav weşanên Avestayê de derket. Kitêb jimara 23’an a koleksiyona Şahmaran e ku taybet e bi berhemên edebî yên jinên kurd.
Derheqê vê berhema xwe ya nû de Evîn Şikakî ji BasNewsê re got: ‘’Berhema min a vê carê zêdetir li ser evîn, zarok û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne, nemaze koçberiya hevwelatiyan ku agir bi kezeba mirov dixe.’‘
Evîn Şikakî wiha axifî: ‘’Min xwest bi rêya van şi’ran êşa dilê xwe û ya bi hezaran evîndar û koçberan bînim ziman û wek berhemekê pêşkêşî gelê xwe bikim, hêvîdar im bi dilê xwendevanên Kurd be.’‘
Ji şi’ra “Keça kîjan êşê me
keça kijan êşê me
ferheng jî di vegotina birînên min de lal dibin
roj bi derengî dihile
bi hêsrên xwe yê bar giran
derbasî kelîştekên birînên xwe dibim
û destûbiratiya rojê dikim
de belkî?
belkî roj
min fêrî xuşxuşa pelên payîzê li ber bayê bike
yan piste pista baranê
bi cama pencera hêviyên min
çav li riyan diqurimîn
çavên birçî
çavên bi hêsir
çavên bi xewn
çavên stêrik ji wan dirijin
çiqasî giran e barê vê sibehê
şirîn e xewna min?
EVÎN ŞIKAKÎ
Li bajarê Dêrikê ji dayik bûye, xwendina xweya serekî û navincî, li wir kiriye, li bajarê Qamişlo, peymangeha mamosteyan temam kiriye. Helbest û çîrokê dinivîsîne û di malper û kovar û rojnameyên kurdî di weşîne. Di 2005an de damezrandina Baxê Jinê Dêrikê kir li gel çend hevalê xwe.
Berhemên wê:
– Fîxana Pênûsên Nazik, Antolojiya helbesta kurdî ya nûjen (helbestvanên jin) li Kurdistanê, lêkolîn û danhev (Ronahî, 2012)
– Karwanê Baranê (helbest, bi erebî, Ezeman, Şam, 2005, çapa duyem Imarat Dubey 2006 dezgeha Sema ya rewşenbîrî)
– Li Ber Kevîka Hêviya (helbest, bi erebî)