Rêjeya Ereban di nav YPG de 14% ye
K24-Hewlêr
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ragehandin ku, ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku Ereb li bajarê Hesekê têne kuştin û dûrxistin, dûr in ji rastiyê.
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl di hevdîtinekê de ligel malpereke Kurdî wiha dibêje: Hewldanên navdewletî ji bo têkdayîn û xirabkirina wêneya hêzên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) heye.
Herwiha Rêdûr Xelîl da zanîn ku ew yekê li serkrftinên wan yên vê dawiyê vedgere li gorî ku ew dibêje, Xelîl diyardike ku ew kesên van nûçeyan belavdikin armanca wan ewe ku şereke navxweyî di nav Kurd û Ereban de derkeve.
Di dawiya axiftina xwe Rêdûr eşkere kir û got: em tola şoreşa Sûriyê vedikin û da zanîn ku welatiyên Ji regeza Erebî di nav Yekîneyên Parastina Gel(YPG) de 14% in .