Girê Spî ji aliyên Hêzên Kurdî ve rizgar bû
K24- Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku hêzên Kurdî û Volkana Firatê ji aliyê rojhelat ve ketine nav bajarê Girê Spî û çekdarê rêxistina DAIŞê ber bi Turkiyê re direvin.
Îro rêkeftî (15.06.2015) Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê û Volkana Firat piştî ku duh 20 gund li bajarokê Girê Spî kontirolkirin, ji aliyê rojhelat ve ketin bajêr şer û pevçûn heta neha berdewamin.
Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê ragehand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî otombîleke bombirêjkirî ya çekdarên DAIŞê li başûr û rojhelatê Girê Spî kirine armanc û têkbirin, Rewangehê eşkerekir ku tenê 150 çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarê Girê Spî mene yên din ber bi Turkiyê ve reviyane.
Tê zanîn ku welatê Turkiyê sînorên xwe li hember penaberên bajarokê Girê Spî girtibûn û koçber li ser sînor manbûn lê piştî demekê derî ji penaberan ve hate vekirin.