YPG 10 gundan rizgar dike
K24-Kobanê
Şervanên YPG 10 gund ji dest çekdarên rêxistina DAIŞê derxistin, di şer û pevçûnan de jî “herî kêm 78” çekdar hatine kuştin.
Li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja, 7ê Tîrmehê, ve şer û pevçûn di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de ji derdora bajarokê Sirrînê (başûrê Kobanê), Eyn Îsa û heta Çiyayê Ebdulezîzê berdewam in.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, şervanên YPG karîne bi alîkariya firokeyên hevpeymanan çekdarên DAIŞê ji 10 gundan, li parêzgeha Hesekê û Reqayê, derbikin.
Di wan şer û pevçûnan de “herî kêm 78” çekdarên DAIŞê hatine kuştin, termê 32an ji wan di dest şervanên YPG de ye.