Sine jêdera çîlekan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

neha jî parêzgeha Sine mezintrîn berhemdara Çîleke li Îranê ye û nêzîkî ji sedî 80ê ji berhema Çîlekan ji wê de tê.

K24-Navûçeyan

Mezinê terîqeta Neqşebendî Şêx Osman Neqşebendî cara yekem Çîlek ji Tirkiyê anîn Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Merîwanê û çandin.

Beriya 41 salan Şêx Osman “Çîlek” aniye nav daristan û deşta gundê Mehmûdawa yê ser bi Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ve, piştî demekê jî çandina Çîlekan li Sine û praniya parêzgehên din ên Rojhilatê belav bû, neha jî parêzgeha Sine mezintrîn berhemdara Çîleke li Îranê ye û nêzîkî ji sedî 80ê ji berhema Çîlekan ji wê de tê.

Şêx Osman di wê baweriyê de bû ku, Çîlek meyveyeke pîroz e û bi vî awayî jî ew bi xelkê da nasîn, ji ber vê yekê piştî 15 salan Çîlek bûn yek ji berhemên serekî li parêzgeha Sineyê, herwiha seqaya Sine ji bo berhemînana Çîlekan seqayeke guncaw e, vê yekê jî bandoreke pir baş li çandina Çîlekan li Sineyê kiriye.

Neha cotkar û gundiyên parêzgeha Sine wek baştrîn cotkarên berhemanîna Çîlekan li Îranê tên naskirin, ev curê mêveyan jî bûye nasname û yekem sîmaya çandiniyê li Sineyê.

Hejmarek mezin ji xelkên gundewarên Sine û cotkarên wê debara xwe ji çandina Çîlekan dikin û ew bûye yek ji çavkaniya darayî bo wan.

Ev çend salin ku festivaleke taybet bi Çîlekan li parêzgeha Sineyê û bajar û bajarokên wê di 3 meha Biharê de bi rêve diçe, ku têde hemû cûreyên Çîlekan tên nîşandan, baştirîn berhemdarê Çîlekan û baştrîn cure Çîlekan jî di festivalê de tên destnîşankirin.

Berhemdarên Çîlekan li Rojhilatê Kurdistanê di destpêka werzê Biharê de şitlên xwe diçinin û bi rengekî sirûştî berhem dikin û li şûna ku madeyên kîmayayî bikarbînin ew sûdê ji paşmayiyên ajelan werdigrin û vî karî ew ziyanê jî nagihînin jîngehê û ax jî bê ziyan dimîne lewma Çîlekên Kurdistanê gelekî bi sûdene bo tendirûstiyê.