Fîlmekî Kurdî beşdarî festîvalek navdewletî dibe

“Filmê Milwangey Istîl wê li gel 25 fîlmên din ji welatên cîhanê were pêşkêşkirin.”

K24-Navenda Nûçeyan

Kurte fîlmê Kurdî yê bi navê “Milwankey Istîl” yê derhêner “Zanyar Ezîzî” li festîvalek sînemayî li welatê Fransa hate nîşandan.

Derhênerê fîlim Zaniyar Ezîzî derbarê festivalê ji BasNews re ragihand: “Wê ev kurte fîlim di beşê serkî yê 38emîn festîvala Grnobl ya navdeletî li welatê Fransa beşdar be, festîval wê ji 7 heta 12 Temûzê berdewam bike li bajarê Grnobl li wî welatî wê birêve biçe û got jî: “Filmê Milwangey Istîl wê li gel 25 fîlmên din ji welatên cîhanê were pêşkêşkirin.”

Derbarê çîroka fîlim Zaniyar got: “Çîroka fîlim behsa cînosayda gelê Kurd û Enfalan dike û fikreya fîlim jî ji çîroka nivîskarê Kurd Mihemed Ferîq Hesen ku bi heman naviye hatiye der.”

Herwiha got jî: “Maweyê fîlim 13:45 deqîqeye û berhemê sala 2014 ya kompaniya Ekîd Fîlim e”