Firokeyên Rêjîmê komkujiyekê li Babê pêk tîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên rêjîma Sûriyê pêgehên DAIŞê li bajarokê Babê li rojhilatê başûrê Helebê bombebaran dike û 28 kesan dikuje.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 11 Tîrmehê, ragehand ku firokeyên rejîma Sûriyê bi sidoqên teqîner navçeya Babê ya ser bi Helebê ve bombebarn kir, ji encama bombebaranê komkujiyek çêbû, di encamê de 28 kes jê 19 sivîl û 3 zarok in hatin kuştin.
Rêveberê Rewangeha Sûrî Ramî Ebdulrehman da zanîn, ji ber ku termê 9 kesan bi temamî hatiye şewitandin, heta niha nasnameya wan nehatiye naskirin
Derbarê bikaranîna sindoqên teqîner rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman diyar kir ku, karîna wêrankirina her sindoqekê biqasî sê bermîlên teqîner e.