Îran welatên Kendava Erebî dilaram dike

Îran daxwaza pêkanîna eniyekê li dijî tundrewiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan  

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana çend welatên Kendava Erebî kir, da ku wan ji rêkeftina atomî ya ligel welatên zilhêz ên cîhanê, dilaram bike.

Zerîf di konferensekî rojnamevanî de li balyozxaneya Îranê li Kwêtê duh, 26 Tîrmehê, daxwaza pêkanîna eniyekê li dijî tundrewiyê kir û ragehand “Gefa li ser yek welatî, gef ji hemû welatan re ye.” 

Navborî da zanîn ku: “Welatek bi tena xwe nikare pirsgirêkên herêmê bê alîkariya welatên din çareser bike.”

Zerîf piştî Kwêtê seredana Qeterê kir û hevdîtin bi mîrê wî welatî re pêkanî.

Welatên Kendava Erebî metirsiyên xwe derbarê rêkeftina 14 Tîrmehê de diyar kirin ku nêzîkbûna Tehran û Washingtonê dê bihêle piştevaniya Îran ji hevalbendên wê yên dijberiya welatên Kendava Erebî dikin, zêde bibe.

Herwiha piraniya welatên Kendavê, Îranê bi destêwerdana di rewşa welatên Erebî de tohmetbar dikin ku piştevaniya çekdarî û aborî ji tevgerên siyasî re pêşkêş dike.

Piştî seredana Zerîf ji Kwêt û Qeterê re, şeva borî berî seredana xwe ji Bexdayê re gihêşte bajarê Necefê.