YPGê gundê Sirînê kontrol dike

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî pişikdar bûn

K24 – Kobanê

Yekîneyên Parastina Gel gundê Sirînê li başûrê Kobanê ji destê DAIŞê rizgar dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro “27 Tîrmehê” ragehand ku piştî operesiyonekê ku mehekê ber xwe dabû, YPGê karîn gundê Sirînê ji destê DAIŞê kontrol bikin.

Herwha rêveberê Reewangehê Ramî Ebdulrehman da zanên ku bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di vê operesyonê de pişikdar bûn.

Gundê Sirînê ya nêzîkî çemê Feratê xaleke stratîcîk bû bi dest rêxistina DAIŞê de, ku ji wî gundî de êrîşî Kobanê dikirin.