Serokê perlemantoya Herêmê bi awayekî partîtî tevdigere

Civîna komîteya yasayî baykot kirin

K24 – Hewlêr  

Fraksiyona PDKê dibêje Hewldanên Serokê Parlementoya Kurdistanê bo girêdana civana komîteya yasayî, bi şêwetekî partîtî kar dike.

Berdevkê fraksiyona PDKê Mihemed Elî duh “29 Tîrmehê” di konfiraseke rojnamevanî de, derbarê pirsên niştimanî tekezî li parastina yekrêziya aliyên Kurdistanî kir. Herwiha domand “ Civandina komîteya yasayî bêyî amadebûna perlemanterên PDKê nîşana wê yekê ye ku serokê parlementoyê bi awayekî partîtî kar dike.”

Herweha Elî amaje bi wê yekê kir, ku ji dêvla gehêştina sazanê di navbera aliyên siyas, serokê perlemantoyê hewl dide desgeheke fermî ya herêma Kurdistanê bê rewatî bihêle.

Li gor movika 5ê ya madeya 39ê serokê perlmantoyê peyrewa navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê, bo civadnina her komîteyekê binpê kiriye.

Tê zanîn ku parlemanterên PDKê û kota Tirkmenî û Xiristiyanî jî civîna komîteya yasayî ya duh, boykut kiribûn.