Tirkiyê, Iraq bi mêvandariya PKKê rexne dike

Tirkiyê pêgehên PKKê armanc kirin

K24 – Navenda Nûçeyan  

Firokeyên Tirkiyê zincîreyek nû ji êrîşan bi ser pêgehên PKKê de li Başûrê û Bakurê Kurdistanê de birin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkî ragehandin ku 30 firokeyên şer yên Tirkî ji cureya F16 duh “31 Tîrmehê” ji navenda esmanî ya li Amedê rabûn û pêgehên PKKê armanc kirin.

Di heman demê de jî wezareta derve ya Tirkî jî di daxuyaniyekê de hukûmeta Iraqê bi mêvandariya şervanên PKKê de tohmetbar kir, û ragehand ku Hukûmeta Iraqê bi hemû karûbarê xwe derbarê qedexekirina çalakiyên PKKê de ranabe.

Herwiha wezareta derve bi zimanekî tund bersiva helwesta Iraqê da û nîşana wê yekê da ku beşek mezin ji xaka Iraqê di bin destê terorîstan de ye, Iraq nikare xaka xwe biparêze, li hemberê wê jî têkoşîna me li dijî PKKê rexne dike.