Sedemên şer û pevçûnên li herêma Efrînê

Daxuyanên cuda ji YPGê û Eniya Al Nusra de derketin

K24 – Efrîn

Çekdarên Eniya El Nusra êrîşî gundên Efrînê yên başûr kirin, Yekîneyên Parastina Gel jî bersiva wan dan.

Çekdarên Eniya El Nusra ji roja 29 Tîrmehê de êrîşî xelkên sîvîl yên gundên Dêwa û Dêrbelûtê li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê yên başûrê Efrînê kirin. Herwiha Şer di navbera YPGê û Eniya Al Nusra derket, lê ti ziyanên canî nehatin ragehandin.

Derbarê vî şerî û sedema rûdana pevçûnan du daxuyanên cuda ji YPGê û Eniya Al Nusra de derketin.

Derbarê vê êrîşê û derewên Eniya Al Nusra, YPGê daxuyaniyeke nivîskî belav kir, tê de hat “Di daxuyaniya Eniya Al Nusra û hevalbendên wê îmze kirine de, gelek çewtî û sextiya duristiyan hatiye.” Herwiha daxuyaniyê domand jî “Ji du salan de me hevpeymaniyek bi hev re îmze kiribû ku girên gundê Etmayê (Bi ser parêzgeha Idlibê ve ye) herêmek bê çekdar bimîne, lê Eniya Al Nusra bi vê hevpeymaniyê pabend nebû.”

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku karên wan yên leşkerî li gir û çiyayên gundên Dêwa û Dêr Belûtê bûn, ne li girên Etmê bûn, wek ku Eniya Al Nusra angaşt dike ye.

Herwiha YPGê eşkere kir ku ji du salan de pêwendiya wan bi cîranên wan re baş in û ti pevçûn li wê herêmê rû nedane.

Ji aliyê xwe de jî Eniya Al Nusra derbarê sedema êrîşên xwe di daxuyaniyekê de vegerand ku YPGê dest bi kolandina xendeqan û avakirina bircan li herêma girên Etmê kiriye.

Tê zanîn ku ji berî salekê de YPGê li derdora herêma Efrînê xendeqên berevaniyê dikole, ji sînorê bi Herêma Ezazê (Rojhilat)û çiyayê Lêlûn (başûrê rojhilat) û ta gundên Dêr Belûtê (başûr).