Ubadî “Çima Tirkiyê bajarên xwe bombebaran nake”

“Çima Tirkiyê bajarên xwe bombebaran nake”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê bombebarana firokeyên Tirkiyê ji pêgehên PKKê li Başûrê Kurdistanê rexne kir û got ku gerîlayên PKK’ê li Tirkiyê ne, ne li Iraqê ne.

Serokwezîrên Iraqî Heyder Ubadî di civîna li gel parêzger û serokên encûmena parêzgehan duh “1 Tebaxê” ragehand ku Tirkiyê di bin navê şerê li dijî PKKê, xaka Iraqê bombebaran dike, herwiha pirsî jî “Çima Tirkiyê bajarên xwe bombebaran nake”

Derbarê pişikdariya Tirkiyê di şerê rêxistina “DAIŞ”ê Ubadî tekez kirk u “Emê pêşwaziya Tirkiyê bi şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê bikin, heger birastî di vê riyê de biçe. Lê belê nabe ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî, xaka cîranê xwe bikar bîne.”  

Ji aliyê xwe ve jî şêwirmendê nivîsgeha serokatiya Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ragehandibû ku Herêma Kurdistanê daxwaza derxistina şerê Tirkiyê û PKKê ji xaka Kurdistanê kiriye.