Amerîka, Rûsya û Siûdiyê li ser krîza Sûriyê dicivin

Dibe ku Rûsya pêşnyara pêkanîna hevpeymaniyeke herêmî pêşkeş bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand ku, dê Sergey Lavrov civîneke sê alî ligel hevşanê xwe yê Amerîk û Siûdî derbarê krîza Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê, pêk bînin.

Li gor ku di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye, dê civîn sibe, 3 Tebaxê, li paytexta Qeterê, Dewhayê birêve biçe.

Ev civîna sê alî piştî ragehandina “destpêşxeriya pêkanîna hevpeymaniyeke navdewleltî-herêmî bi beşdariya rejîma Sûriyê û welatên navçeyê” bo rûbirûbûna rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ji aliyê Rûsyayê ve tê.

Dibe ku piştî civîna Dewhayê ya navbera Sergey Lavrov, John Kerry û Adil al-Cibêr de, ew destpêşxerî bikeve warê cîbicîkirinê de.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî gera xwe ya bo Rojhilata Navîn ji Misrê destpêkiriye, dê sibe Duşemê jî li Dewhayê ligel hevşanên xwe yên welatên Kendava Erebî bicive.