Îran di pileya yekem de ye bi darvekirina zarokan

Hejmara bêhempa derbas kiriye

K24 – Hewlêr

Îran di pileya yekemîn de bi darvekirina zarokan li ser asta cîhanê tê û li pişt Çînê di pileya duyemîn de ye bi darvekirina giştî de.

Li gor raportên hiqûqî, ku li Îranê dora 160 ciwanî di bin temenê 18 salî re fermanên sêdarkirinê bi mafê wan hene, ev jî rikberiyeke tund e ji qanûna navdewletî û hevpeymanên mafên zarokan e, ku Îranê li serwan hevpeymanan îmze kirine.

Herwiha hin raportan amaje kirin ku di sala 2015an de bi dehan kes li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desthilatên Îranê ve bi tohmeta çalakiyên siyasî û endamên partiyên kurdî ne, hatine bidarvekirin.

Li gor raporta tora federal ya mafên mirovan (164 rêxistinên mafên mirovan) ku Îran dê hejmara bêhempa ya bidarvekirinê ya di sala 1989an de kiriye, derbas bike.

Rêxistinên mafnasiyê û mafên mirovan yên navdewletî bidarvekirina zarokan şermezar dikin û herwiha daxwaz dikin jî ku cezaya bidarvekirinê li Îranê nemîne.