Kerry û Lavrov krîza Sûriyê dibin Malyîzyayê jî

Mosko dixwaze hevpeymaniyek bi hebûna Esed pêk were

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsyayê lihev dicivin, carek din jî pirsa Sûriyê mijara serekî ya civînê ye.

Berpirseke payebilind ji Wezareta Derve ya Aemerîkayê ji Reutersê re ragehand ku dê îro, 5ê Tebaxê, John Kerry û Sergey Lavrov li Malyîzyayê lihev bicivin.

Derbarê naveroka civînê de, wî berpirsî diyar kir ku, dê komek ji pirsên hevbeş gotûbêj bikin, bi taybetî jî dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.

Ev demek ku Mosko hewla pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî-herêmî bi beşdariya Serokê Sûriyê Beşar Ese, li dijî terorê dide.

Ew pirs di civîna roja 3ê Tebaxê ya Dewhayê de navbera Kerry, Lavrov û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cibêr jî hatibû gotûbêjkirin.

Moskoyê ew pêşniyar piştî encamdana çendîn hevîdtin û gotûbêj ligel Washington û Riyadê pêşkeş kiriye, lê heta neha çarenicîsa wê diyar nebûye.