Îran destpêşxeriyekê derbarê Sûriyê de pêşkeş dike

Despêşxerî ji 4 xalan pêk tê

K24- Navenda Nûçeyan

Berpireskî payebilind ê Îranê destpêşxeriya welatê xwe bo çareserkirina krîz Sûriyê aşkere kir, ew jî ji 4 bendan pêk tê.

Berpirsê Îranî, ku nexwetsiye navê wî aşkere bibe, îro, 5ê Tebaxê, ji televîzyona Meyadîn re ragehand ku, benda yeke a destpêşxeriyê, banga rawestandina desmildest a şer e.

Benda duyem jî, tekez li ser pêkanîna hikûmeteke niştimanî bi beşdariya hemû aliyan dike, bêyî ku desthilatên wê diyar bike.

Li gor wî berpirsî, Tehranê ew destpêşxerî piştî danûstandinên ligel Tirkiyê, Qter, Misir û welatên Encûmena Asayişa Navdewletî, dariştiye.

Benda sêyem di destpêşxeriya Îranî ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de, guhertina destûrê ye, bi awayekî ku mafê hemû grûp û pêkhateyên wî welatî têde parastî be.

Herwiha di benda çarem û dawî ya daxuyaniyê de, tekez li ser encamdana hilbijartinan li Sûriyê bi çavdêriya pisporên navdewletî hatiye kirin.

Eşkerebûna vê destpêşxeriyê di demekê de ye ku, Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov li Tehranê ligel berpirsên payebilind ên wî welatî dicivin.

Herwiha biryar e Bogdanov ligel cîgirên wezîrên derve yên Îran û Sûriyê jî bicive, tê çaverêkirin ku wê destpêşxeriyê gotûbêj bikin.