Komkara Erebî êrîşên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê şermezar dike

Qeter jî daxuyaniyekê li dijî Nebîl Erebî derdike
author_image Jotiar Murad

K24- Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bombebaran kirina navçeyên Herêma Kurdistanê (bakurê Iraqê) ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir, daxwaza ji Enqerê jî kir ku rêz li serweriya cîranên xwe bigire.

Nebîl Erebî di daxuyaniyekê de duh, 4ê Tebaxê, daxwaz ji Tirkiyê kir ku “rêz li serweriya Iraqê bigire pêbendî prensîpên cîrantiyê û rêkeftinên di navbera Iraq û Tirkiyê de bibe.”

Herwiha Erebî bang li Tirkiyê kir ku, bi rêya danûstanê hemû arîşeyên xwe ligel Iraqê çareser bike.

Ev daxuyaniye Erebî piştî destpêkirina operasyonên Tirkiyê li dijî pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê tê, ku di 24ê Tîrmeha borî de destpêkiribûn û heta neha jî berdewam in.

Wezareta Derve ya Qeterê jî daxuyaniyek li dijî Nebîl Erebî derkir û diyar kir ku, navborî bêyî şêwira welatên endam di Komkara Erebî de daxuyanî daye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, Qeter piştgiriya Tirkiyê dike, di standina her tedbîrekê de ji bo parastina ewlehî û aramiya xwe.