Dêra Axtamarê
K24-Navenda Nûçeyan
Dêra Axtamarê ya ku ji bo ermeniyan cihekî pîroz e, di navbera têkiliyên Tirkiye û Ermanistanê de cihekî girîng digre.
Li gor çîrokên di sedsala 7emîn de, perçeyeke “xaça heqîqî” ji Qudsê revandine Îranê û li wir jî anîne Wanê li Bakurê Kurdistanê. Qral Gagîkê 1emîn ferman daye ku Dêra Axtamarê bê çêkirin. Di navbera 915 û 921an de dêr tê çêkirin.
Di sala 2005an de Wezareta Çand û Turîzmê 4 milyon lîre xerc kir û dêr nûjen kir. Dîrokzan, endezyarên înşaetê, arkeologên pispor û mîmarekî ermenî bi hev re di vê projeyê de xebitîn û di nav 2 salan de dêr hat nûjenkirin.
Wezîrê Çand û Turîzmê yê heyamê Atîlla Koç, Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Mesrob Mutafyan, Alîkarê Wezîrê Çandê yê Ermenistanê Gagîk Gurciyan, balyozên 30 welatan û nûnerên cimaeta ermeniyan bi merasimekî ve Dêra Axtamarê vekirin. Di têkiliyên Ermenistan û Tirkiyeyê de dêrê bandoreke mezin kir.
Wezareta Çand û Turîzmê daxwaza Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê qebûl kir û destûr da ku salê carekî li dêrê ayîn bê kirin. Her sal di meha îlonê de yekşema duyemîn ayîn dibe û gelek ermenî beşdarî vê ayînê dibin.
Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê beriya ayîna ewil xaçeke 2 mêtroyî ya ku giraniya wê 110 kîloyî şande dêrê. Keşîşên ermenî xaç pîroz kirin û ev xaç di ayîna ewil de danîn li qubeya dêrê.
Di nav demê de Wezareta Çand û Turîzmê li girava Axtamarê lêkolînan da destpêkirin, li der û dora dêrê hin berhem hatin derxistin. Ev berhemên hatin dîtin ji bo turîzmê bûn qîmetên girîng.
Girava Axtamarê di nava Gula Wanê ya Bakurê Kurdistanê de ye û salane jî sedan hezar geştiyar berê xwe didin wê giravê.