Bereya El Nusra li Efrînê xendekan dikole
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bereya El Nusra xendekan dikole û YPG jî wesayitên vê rêxistinê kirin amanc.
Roja Çarşema borî rêxistina Bereya El Nusra ku xwe weke baskê El Qaîde ya Suriyê dide nasîn, li gundê Dêrbelot ê ser bi bajarokê Cindirêsa Efrînê dest bi kolandina xendekan kirin.
Li hember vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî doh bişev alavên wê rêxisitnê kirin amanc û di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn derket. Li gor agahiyan di pevçûnan de ti zirarên canî negehişte aliyan.
Ji alyekî din ve YPG raghand ku şervanên wan li başûr û rojhlatê bajarokê Sirînê yê ser bi Kobanî ve êrîşek bo ser çekdarên DAIŞê encam dan û têde nêzîkî 47 çekdar hatin kuştin.