YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusra kiriye
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Kobanê diyar kir ku 6 hevalên wan ên li Bakûrê Kurdistanê dihatin dermankirin, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine girtin û paşî ew radestî çekdarên El-Nusra kirine.
Fermandariya Giştî ya YPG`ê li Kobanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 6 şervanên wan ên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibûn bi awayek fermî ji bo bên derman kirin bi rêya deriyê sînor ê Murşîdpinarê çûbûne Bakûrê Kurdistanê, ev demek li wir bi awayek fermî têne dermankirin lê paşîpêwendiya wan ya ligel şervanan qut bûye.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de got: ”Dewleta Tirk her 6 şervanên me yên birîndar di deriyê Bab El Hewa yê girêdayî Idlibê re radestê çeteyên Cebhet El Nûsra kirine.”
Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Kantona Kobanê ji dewleta Tirk daxwaz kir ku bi lezgînî hevalên wan radestî wan bike.
Li gor daxuyaniya fermandariya YPG navên şervanan ev in: Omer Qadir,Ehmed Şerko, Rêber Seyho, Ehmed Helûm, Cemal Ehmed û Beşîr Mihemed e.