Obêdî: DAIŞê 2070ê kes li Msûilê kuştiye

Welatî dibêjin ku ew di 6 mehên borîm de hatine kuştin

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Iraqê ragehand ku, çekdarên DAIŞê bêhtir ji 2 hezar kesî li Mûsilê kuştiye.

Xalid Obêdî di dîmenek vîdyoyî de duh, 7ê Tebaxê, diyar kir ku, wan heta niha nikariye dema kuştina her 2 hezar û 70ê kesî bizanin.

Ajansa Reutersê jî li ser zarê çend çavkanihan ji nexweşxaneyên Mûsilê veguhestiye ku, praniya wan welatiya di her 6 mehên borî de hatine kuştin.

Derbarê demde kuştina wan welatiyan ji aliyê çekdarên Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve, Obêdî got ku “wan hevkariya ligel DAIŞê red kiribûn.”

DAIŞê ji şeva 9\10 Hezîrana 2014an ve, dest daniye ser bajarê Mûsilê, heta niha jî di bin kontrola wê de ye, lê berpirsên hikûmetî amaje bi amadebûna proseya amadekirina bajrê dikin.