Bayik: danûstandin tenha rêya çareseriyê ye li Tirkiyê

hikûmeta Tirkiyê red dike ku operasyonê wê li dijî DAIŞê rêgirek be ji deskeftên PKKê re

K24-Navenda Nûçeyan

Cemîl Bayik ragehand ku danûstandin tenha rê ye ji bo çareserkirina pirsa Kurd ligel tirkiyê.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji BBC re ragehand ku Hikûmeta Tirkiyê “piştevaniya” rêxistina DAIŞê dike û bi rêya êrîşên xwe li ser pêgehên PKK dixwaze xwe biparêze.

Bayik diyarkir ku danûstandin tenha rê ya çareseriya pirsa Kurde li Bakurê Kurdistanê.

Hevserokê KCK da zanîn ku Serokomarê tTirkiyê Receb Tayyip Erdogan hêvîdike ku rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bi serbikeve da destkeftên PKK astengbike.

Çavdêr jî dibêjin ku êrîşên Tirkiyê li ser pêgehên PKKê bihtirin ji yên DAIŞê lê hikûmeta Tirkiyê red dike ku operasyonê wê li dijî DAIŞê rêgirek be ji deskeftên PKKê re.