Serdana Zerîf bo Tirkiyê hat paşxistin

, tewerên krîza Sûriyê, Yemen û Iraqê ji bo civînê hatibûn amadekirin

K24-Navenda nşçeyan

Wezareta Derve ya Îranê ragehand ku serdana Mihemed Cewad Zerîf bo Tirkiyê hat paşxistin, bêyî ku sedema wê diyar bike.

Berpirsekî ji Wezareta Deve ya Îranê diyar kir ku biryarbû îro, 11ê Tebaxê, Zerîf ligel hevşanê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya ba, lê serdan hat paşxistin.

Wî berpirsî da zanîn jî ku, tewerên krîza Sûriyê, Yemen û Iraqê ji bo civînê hatibûn amadekirin.

Herwiha heman berpirsê amaje bi sedemên paşxistina swrdana Zerîf nekir.

Ji aliyê xwe ve AAyê ragehand ku derbarê sedemên paşxistina serdanê ti daxuyaniyî nehatine belavkirin.