Endamekî malbata Esed li Sûriyê hat girtin

Bi tûhmeta kuştina efserekî

K24-Navenda Nûçeyan

Dezgehên ewlehiyê li Sûriyê endamekî ji malbata Beşar Esed bi tuhmeta kuştinê digre.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) duh, 10ê Tebaxê, ragehand ku dezgehên ewlehiyê li Sûriyê kurê kurapê Esed, Sulêman Hilal Esed bi tohmeta kuştina efserekî payebilind ji artêşa Sûriyê li Laziqiye girtin.

Parêzgeha Laziqiyê ku navenda serke ya taîfa Elewiyan e û wek parzêgehek alîgir ji Beşar Esed re tê naskirin.

Piştî ku Elî Silêman ew efserê kuştibû, ji ber ku bi otombîla xwe dabû pêşiyê, welatiyên Laziqiyê derketin xwepêşandanan û daxwaza girtin û “darvekirina” navborî kiribe.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan jî diyakir ku alîgirên Esed li ser tora civakî ragehandibûn ku dema Hesan el-Şêx li gel malbata xwe di kolaneka bajarê Laziqiyê de otombîla Sulêman derbaskirbû, Elî Silêman hêris bibû û gelu berdabûn el-Şêx û ew kuştibû.

Elî Esed yek ji serkirdeyên Hêzên Bervaniya Niştimaniye, herwiha bi mebesta piştevaniya hêzên Sûriyê bavê wî Hilal Esed di sala 2012 de damezrand bû.

Hilal Esed di operasyoneke opozîsyona Sûriyê li ser bajarokên Laziqiyê de sala2014 an hate kuştin.