Parlementoya Iraqê plana çaksaziyê pesend dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê dide Ebadî

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Iraqê di civîneke awarte de plana çaksaziyê ya ku Serokwezêrê Iraqê Heyder Ebadî pêşinyar kir bû pesenkir.

Plana ku ji aliyê Ebadî ve hatibû pêşkêşkirin, bo encamdana çaksaziyê di sîstema siyasî a dewletê û jinavbirina gendeliyê de pêr, 9ê Tebaxê, ji aliyê encûmena wezîran ve hatibû pêşkeşkirin.

Beriya niha Heyder Ebadî daxwaz ji parlementerên Iraqê kiribû ku dengdan li berlgeyê wek planek giştgir bê dayîn , ne ku planeke parçe parçe.

Yek ji pêşniyarên Ebadî, nehiştina postên cîgirên serokomar û cîgirê serokwezîrê Iraqê bû.

Serokomarê Iraqê Fuad Masûm jî li gel hersê cîgirên xwe di daxuyaniyekê de duh,10ê Tebaxê, ragehandibû ku plana Ebadî ne destûriye.

Ji aliyê xwe ve Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştgiriya hawldanên Ebadî kiribû, herwiha amadebûna xwe ji her alîkariyekê re anîbû zimanê.