Koşka Spî berhema zarokê Koban û Şingalê hembêz dike

Obama her 8 beşin fîlimê dîtiye

K24-Navenda Nûçeyan

Heşt zarokên Kobana Rojava û Şingala Başûrê Kurdistanê bi kamîreyên xwe fîlimek berhem anîn, ku guzarê li nêrîna wan ji karesata her du navçeyan re dike û li hola sereke ya Koşka Spî bi amadebûna Barack Obama hat nîşandinan.

Fîlim bi navê “Life on Border” wate “Jiyan li ser Sînor” e bi alîkariya derhênerê Kurd ê navdar Behmen Qubadî û sponseriya kompaniyaya “Mij Fîlim” hatiye berhem anîn.

Fîlimê zarokên Kobanê û Şingalê heftiya borî ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) ve li Koşka Spî bi amadebûna Serokê Amerîkayê Barack Obama û çendîn dîplomatkar û siyasetmedarên payebilind ên wî welatî hat pîşandan.

Derbarê armana wî fîlimî de jî, Behmen Qubadî wiha got: “Bi rastî armanca destpêkê û sereke ya rêxitsina vê projeyê, fêrkirina zarokan bû ku tiştê ji encama şerê ligel DAIŞê hatiye serê wan û bi rêya kamîrayên dezgehên curbicur ên dinyayê wêne ji wan re hatine girtin, lê ti demekê bi nêrîna xwe temaşeyî vê bûyerê nekirine, mebest ji fîlimê pîşandana wan tiştên nebînayî yên di koşeyan de ye.”

Jiyan Li Ser Sînor ji 8 beşan pêk tê, ew beş jî ji aliyên van zarokan ve pêkhatine:

Işqa Şingalê, derhêner Hazim Xurdîde, 13 sal ji Şingalê.

Dûvçûna Li Pey Rastiyê, derhêner Besme Silêman.

Nan û Mast, derhêner Samî Hisên, 14 sal.

Fîlimê Me Baştir e, derhêner Ronahî Izzedîn, 14 Sal ji Kobanê.

Çavên Bavê Min, derhêner Diyar Omer, 14 sal.

Esman w Dewa, derhêner Dilovan Kîxa.

Bi Rêya Niştiman de, derhêner Mehmûd Ehmed, 13 sal ji Kobanê.

Dûvçûna Li Pey Kwêstanan, derhêner Zohur Seîd, 12 sal ji Şingalê.