Obêdî: Rizgarkirina Rumadî despê dike

Qonaxa duyem îro dest pê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Iraqê tekez kir ku bajarê Rumadî bi temamî hatiye dorpêçkirin û egot: “Qonaxa duyem îro destpê dike.”

Xalid Obêdî di gotarekê de li kulîja Erkana Artêşa Iraq li Bexdayê îro, 12ê Tebaxê, got: “Hêzên ewlekariyê ji artêş û polîs û Heşda Şeibî karîn bajarê Rumadî bi temamî dorpêç bikin.”

Obêdî diyar kir jî ku“Qonaxa yekem ji paqijkirin bajarê Rumadî bidawî hat.”  Herwiha eşkere kir jî qonaxa duyem îro destpê dike.

Serokatiya operesyonên hevbeş roja 13 Tîrmehê operesyona rizgarkirina parêzgeha Enbarê ji rêxistina DAIŞê ragehandibû. Li gor Obêdî jî armancên operesyonê bi cih tên.