Ebadî: Siyasetmedarên gendel berjewendiyên xwe diparêzin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê “siyasetmedarên gendel” bi dijatiya plana encamdana çakszaiyan di hikûmetê tohmetbar dike, hişyariyê jî dide hin serkirdeyê Şîe.
Di gotareka telefizyonî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh, 12ê Tebaxê, ragehand ku guman tê kirin ew kesên gendel beramberî proseya çaksaziyê bêdeng nemînin û hewlên têkbirina wê didin.
Ebadî diyar kir ku, ew kesên ku bi “siyasetmedarên gendel” binav kirine “wê şer di ber parastina berjewendiyên xwe ”de bikin.”
Parlamentoya Iraqê duh, 12ê Tebaxê belgeya proseya çaksaziyê ku ji aliyê Ebadî ve hatibû pêşkêşkirin pesendkir.
Ebadî da zanîn ku dê li ser çaksaziya rewşa Iraqê û têkbirina gendeliyê berdewambin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de piştgiriya wan hewldanên Ebadî kiriye, herwiha amadebûna xwe bo her alîkariyekê aniye ziman.