El-Zuhbî: Erdogan şerê Kurdên Iraq, Tirkiyê û Sûriyê dike

ew di şerê li dijî DAIŞê de piştgirya her aliyekî dikin

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Ragehandina Sûriyê dibêje ku mebesta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şerê li jî  Kurdên Sûriyê, Iraq û Tirkiyê bike ne yê DAIŞê.

Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN, Wezîrê Ragehandina Sûriyê Omran el-Zuhbî duh,12ê, Tebaxê, ragehand ku ew di şerê li dijî DAIŞê de piştgirya her aliyekî dikin.

Zuhbî diyar kir ku, rejîma Sûriyê amadeye danûstandinan ligel opozîsyona lîberal bike, herwiha diyarkir ku  Erdogan naxwazê şerê rêxistina DAIŞê bike lêbelê şerê Kurdan li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê dike.