DAIŞ bi dehan welatiyên Kurd direvîne

Wan wek “mertal” bikartîne

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê ya radîkal bi dehan welatiyên Kurd direvîne û wan ji xwe re dixe “mertal.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 16ê Tebaxê, ragehand ku, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) bi dehan welatiyên Kurd ji gundên navçeya Babê revandine.

Rewangehê li ser zarê çend çavkaniyên xwecihî veguhestiye ku, çekdarên DAIŞê wan welatiyên Kurd wek “mertalên mirovî” ji xwe re bikartîne.

Heta niha ne diyar e bê çekdarên DAIŞê ew welatiyên Kurd birine çi navçeyekê, li gor Rewanegah Sûrî jî hejmara wan bi hûrî nehatiye zanîn.

Navçeya Babê dikeve rojhilatê bakurê bajarê Helebê û di bin kontrola rêxistina DAIŞê de ye.