Firokeyên rêjîmê komkujiyekê li Dûmayê çê dike

Firokeyên rejîma Sûriyê komkujiyekê li bajarokê Dûma yê bakurê rojhilatê Şamê çêkirin û 80 kesî dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên rejîma Sûriyê komkujiyekê li bajarokê Dûma yê bakurê rojhilatê Şamê çêkirin û 80 kesî dikujin.

Duh, 16 Tebaxê, firokeyên şer ên rejîma Sûriyê bazara Dûmayê bobebaran kirin ku di encamê de 80 kes bûn qurbanî û bêtirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, çavkaniyên leşkerî yên rejîmê ragehandin ku hêza esmanî êrîşî pêgehên “Ceyş al Isalm” li Dûma û Herestayê kirine.

Di dîmenên vîdyoyî de yên ku ji aliyê çalakvanan ve li ser torên civakî hatine belavkirin, dîmenên dilêş ên qurbaniyan amaje bi dijwariya kokujiyê dikin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova Ramî Ebdulrehman derbarê vê komkujiyê got “Komkujî belgekirî ye, navê 80 kesî hatiye tomarkirin.”